Tuncay Sonel ê girtî, dîsa hat binçavkirin
- 12:03 23 Tîrmeh 2026
- Hiqûq
AMED - Du ji kesên ku di doza Gulistan Doku de hatine binçavkirin şandin dadgeha Dêrsimê, her wiha hat hînbûn ku waliyê girtî Tuncay Sonel ku derbarê wî de biryara binçavkirinê ya nû hatibû dayîn, ji bo lêpirsînê birine emniyetê.
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, di 21'ê Tîrmehê de li ser fermana Serdozgerên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsimê polîsan bi ser malan de girtin.
Îfadeya 10 karmendên tenduristiyê yên hatine binçavkirin wê li Erziromê, ya 5 kesên din jî wê li Dêrsimê bê girtin.
Lêpirsîna kesên hatine binçavkirin li emniyetê dest pê kir. Lêpirsîna du kesên ku li Dêrsimê hatibûn binçavkirin li emniyetê qediya. Hat hînbûn ku yek ji wan cerdevan e û sewqî Dadgeha Dêrsimê hatiye kirin.
Her wiha, îro sibehê li Enqereyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Erziromê di operasyonekê de du kesên din hatin binçavkirin û ji bo Tuncay Sonel, Şukru Eroglu û Gokhan Ertok ên ku jixwe di girtîgehê de ne, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Hat hînbûn ku Tuncay Sonel, ku niha di girtîgehê de ye, hatiye binçavkirin û birine emniyetê.







