
Hevşaredara Peyasê çû serdana kedkarên cotkariyê
- 12:13 27 Tebax 2025
- Ked/Aborî
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar serdana karkerên ku li zeviyan firingî berhev dikirin kir, bi karkeran re çinîn û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku karkerên jin ên di bin germa tebaxê di mercên dijwar de dixebitin, keda destên xwe bi tu awayî tam nastînin.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar ligel endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredaran, çûn serdana karkerên çandiniyê yên li nehyeya Sultan Xocayê ku li gundê Şadî di saetên serê sibehê zû de firîngî berhev dikirin.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di dema serdanê de wiha got: “Xwediyê erdan ji ber lêçûnên bilind ên mîna sotemenî, zibil û tov nikarin encamên dixwazin bi dest bixin. Bi heman awayî, karkerên jin ên ku di bin tava germa tebaxê di mercên dijwar de dixebitin, heqdestê keda xwe nastînin.” Hevşaredar lepik û kûm wek diyarî dan jinên karker û bi wan re firingî berhev kirin.