Jin di kargeha 'Azadbûna Zayenda Civakî' de hatin gel hev

  • 15:40 2 Tîrmeh 2026
  • Ked/Aborî
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo hişyarkirin û bihêzkirina jinan de li Navenda Jiyanê ya Jinan a 500 Evlerê, kargehek bi navê “Azadbûna Zayenda Civakî” lidarxist û gelek jin tê de hatin gel hev.
 
Di kargehê de ku li ser bingeha parvekirina ezmûn û tecrubeyan hat avakirin, gelek mijarên girîng ên di warê civakî de hatin nîqaşkirin. 
Beşdar bi taybetî li ser xalên rolên zayenda civakî; rêgez û qalibên ku civakê li ser jinan ferz kirine û bandora van rolan a li ser jiyana rojane, astengiyên li ber îradeya jinê; sedemên bingehîn ên ku rê li ber jinan digirin da ku di biryargirtinê de nebin xwedî gotin, kedxwarî û pergal; bandora keda nexuyayî ya jinê, kedxwariya aborî û nêzîkatiya pergala heyî ya di mijara edaletê de, nîqaş kirin.
 
'Em ê hevgirtina jinan berfirehtir bikin'
 
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê destnîşan kir ku ev xebat tenê gavek e û da diyarkirin ku ji bo pêkanîna wekheviya zayenda civakî û îradeya jinê di her qada jiyanê de bibe xwedî biryar, ew ê xebatên xwe bi biryardarî û bê rawestan bidomînin.
 
Her weha hat destnîşankirin ku armanca wan a sereke, xurtkirina tora hevgirtinê ya di navbera jinan de ye daku di her warî de bibin piştgirên hev.