3'yemîn Hevdîtina Keda Jinan bi dawî bû
- 11:37 26 Cotmeh 2026
- Ked/Aborî
AMED - 3'yemîn Hevdîtina Keda Jinan û Festîvala Çandî ya Peyasê, bi dirûşma “Em bi ked û çanda xwe hevgirtinê xurt dikin” pêk hat bi dawî bû.
3'yemîn Hevdîtina Keda Jinan û Festîvala Çandî ya Peyasê, ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ve bi armanca bilindkirina asta xizmetên jinan, teşwîqkirina hilberînê û xurtkirina hevgirtinê hatibû organîzekirin, bi dawî bû. Hevdîtina 3 rojan ku li Parka 75'an hat lidarxistin, eleqeyeke mezin dît.
Di çalakiyê de 50 stand hatin vekirin û tê de cil û berg, tekstîlên malê, çente, ponço, berhemên xwezayî yên gundan, tirşî, rîçal, konserve, dermanên xwezayî, berhemên bîhnxweş û xwarinên malê hatibûn pêşandan. Standan baleke mezin kişandin ser xwe. Her wiha atolyeyên boyaxkirina çenteyan, çêkirina ponçan û sêwirînê ku di nava çalakiyan de hatibûn lidarxistin, ji aliyê beşdaran ve eleqeyeke mezin dîtin.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku ew ê hewildanên xwe zêde bikin da ku jin di jiyana aborî û civakî de roleke mezintir bilîzin. Wê spasiya hemû kesên ku beşdarî 3'yemîn Hevdîtina Keda Jinan û Festîvala Çandî ya Peyasê bûbûn û ji bo qîmetdayîna keda jinan hatibûn qada festîvalê, kir.







