Xelkê Mexmûrê: Em ê li ber xwe bidin

  • 13:09 15 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî ambargoiya hikumeta Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê xelkê Mexmûrê meşeke girseyî lidar xist.
 
Xelkê Mexmûrê dijî ambargo û nêzîkatiyên kêfî yên hikûmeta Iraqê îro heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan. Xelkê Mexmûrê ku li ber benda kontrolê ya Iraqê di çalakiyê dene, ragihandin ku ew li ber zilm û helwestên binpêkirina vîna wan serî natewînin û wê li ber xwe bidin.
 
Ji 10’ê Nîsana îsal ve hikûmeta Iraqê ambargoyek daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û her diçe ambargo tê şidandin. Duh şandeyek ya Meclîsa Gel a Mexmûrê ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser wargehê, berê xwe da Bexdayê. Lê şande piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir, di vegerê de hate girtin. Xelkê Mexmûrê bi awayekî girseyî li dijî zêdebûna zextên hikûmeta Iraqê yên li ser wargehê dest bi meşê kirin.
 
Li ser vê yekê îro xelkê Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest bi meşek girseyî kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ qîr kirin.
 
Girseya gel li benda kontrolê sekinî û helwesta xwe raber dike. Di encama hevdîtinek li ser lingan hate kirin de hate gotin nava çend saetan de şandeya Meclîsa Gel a Mexmûrê ya hatî girtin wê berdin. Li ser vê yekê daxuyaniyek hate dayîn ku heta şande neyê berdan wê çalakî bidome.
 
Li ser navê girseyê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî daxuyanî da.
 
Elî Bilehî diyar kir ku ji 10’ê Nîsanê ve ambargo heye, rê nadin kelûpelanên binesazî û avahîsaziyê derbaz bibin û got: “Hemû karker tên girtin yan dizivirînin. Duh ambargo tundtir kirin. Şandeya me ya ji Hevşaredar, Hevserokê Meclisê û Hevberdevkê Dîplomasiyê pêk dihat, dema hevdîtin kirin li vegerê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin. Em vê şermezar dikin.
 
Li ti derê nûner û rêveberên gelekê ji bo nîqaşan hevdîtin bikin nayê girtin ku xebatên dîplomasî dike. Em vê qebûl nakin. Ev zilme. Ev 30 salin em li ber xwe didin. Kes me zorê naîne rê. Emê serî li ber zilmê netewînin û em ê li ber xwe bidin.”
 
Elî Bilehî wiha domand: “Ev yek tê wateya ne qebûlkirina vîna gelê me. Ew kesên hatin girtin vîna gelê me ne. Heta hevalên me neyê berdan em dawî li çalakiya xwe naînin. Sozên tê dayîn nayên bicihanîn. Şande tên lê sozên xwe bicih naînin. Mafê mirovan tê binpêkirin.
 
Hevberdevk bal kişand ser asta zilma tê kirin û got: “Duh zarokek ji ber bahoza rabûyî hesinek li ser ketiye birîndar bûye, ji ber nebûna nasnamê derman nekirin. Ev zilme. Li aliyek hevdîtin li aliyek din welatiyan digrin. Ev nêzîkatî kêfîne. Emê li ber xwe bidin.
 
Heta hevalê me neyên berdan emê li ber xwe bidin.
 
Gel di nava çalakiyê dene. Bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûr’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.