Çalakiya Mexmûrê di roja 3'yemîn de bi biryardarî didome

  • 10:52 17 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 15’ê Gulanê de xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî girtina şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê li Bexdayê, heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan û li wir konê çalakiyê vedan. Çalakiya wan di roja 3'yemîn de didome.
 
Şandeyek ji Meclisa Gel a Mexmûrê ku ji ber ambargoya Iraqê û pirsgirêkên Wargeha Mexmûrê çûbûn Bexdayê, piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re qediya, dema ku vedigeriyan Wargehê hatin dîlgirtin. Her wiha ji 10’ê Nîsanê ve hikumeta Iraqê rê nade ku xelkê wargehê derbasî bajarên Iraqê bibin, nahêlin kel û pelên jiyanî derbas bibin û nexweş biçin nexweşxaneyan.
 
Di 15’ê Gulanê de xelkê Mexmûrê li dijî girtina şandeya meclîsê û zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên li hemberî xelkê Mexmûrê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan. Girseya gel ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, konê çalakiyê veda. Çalakî di roja xwe ya 3’yemîn de bi biryardarî didome.
 
Her wiha çalakvanên Mexmûrê diyar dikin ku heta endamên şandeyê neyên berdan û riyên çûnhatinê neyên vekirin wê çalakiya xwe bidomînin.