
Kar û çalakiyên Hevgirtina NADA’yê hatin nirxandin
- 13:38 17 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Kongreya NADA’yê de raporên sala 2021 û 2025 yên NADA’yê hatin xwendin û nirxandin. Hate gotin ku divê têkoşîna ji bo mijara jinan hîn cidîtir were kirin û cîhanî bibe.
Li bajarê Silêmanî, Kongreya Yekemîn a Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi diruşmeya "Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve" dest pê kir.
Kongre îro di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Di vê beşa kongreyê de raporên NADA yên sala 2021 û 2025’an hatin xwendin û nirxandin.
Di raporan de behsa çalakiyên hewldanên jinan yên ji bo azadî, wekhevî û dawî anîna aqilê zilamsalariyê, astengiyên li hember jinan, pêkanîna aştî, jiyana hevbeş û pêşengiya jinan ya di herêmê de hate kirin. Herwiha xalên lewaz, kêmahiyên di kar de, rê û mekanîzmayên ji bo derbazkirina kêmahiyan hatin behs kirin.
Herwiha asta Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) hate nirxandin û aliyên wê yên erênî û nerênî hate gotubêjkirin. Beşdarvanan ragihand ku divê têkoşîna jinan piştî vê kongreyê hîn zêdetir berfirehtir bibe û ji bo mijara jinan karek cidîtir were kirin. Hewriha hate gotin ku divê têkoşîna jinan tenê bi Rojhilata Navîn û Efrîqayê re sînordar nemîne, belavî hemû cîhanê bibe.