
Ji bo meşa ‘Em aştî û civaka demokratîk ava dikin’ bang
- 18:24 8 Tebax 2025
- Rojane
SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Safiye Alagaş ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, der barê meşa ku wê bi pêşengiya TJA, DEM Partî û DBP’ê ya bi dirûşmeya ‘Em aştî û civaka demokratîk’ ya ku wê li Sêrtê pêk bê banga tevlibûnê li gel kir.
Tevgera Jinen Azad (TJA),Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Partiya Demokratîk a Herêma (DBP), li Sêrtê wê bi dirûşmeya ‘Em aştî û civaka demokratîk ava dikin’’ wê meş û bernameyekê pêk bînin. Sibê saet di 19.30’an de li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Kurtalanê meş wê wê pêk bê. Hevşaredara Sêrtê Safiye Alagaş ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, der barê meşa ku wê bi pêşengiya TJA, DEM Partî û DBP’ê ya bi dirûşmeya ‘Em aştî û civaka demokratîk’ ya ku wê li Sêrtê pêk bê banga tevlibûnê li gel kir.