Çîroka Sîsê Bîngol, pêwîstiya aştiyê

  • 09:05 11 Tebax 2025
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
MÛŞ - Sîsê Bîngol ku bi têkoşîna ku daye hewcedariya avakirina civaka demokratîk û pêkhatina aştiyê nîşan dide, tevî her tiştî dibêje "Bila êdî kes negirî, bibin yek û aştî pêk bê.”
 
Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî krîza li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hem dibe alternatîf û hem jî têkoşîna 52 salan a Gelê Kurd aniye qonaxek nû. Ligel vê gelê ku di têkoşîna azadiyê de bedelên mezin da, tiştên ku jiyane hewcedariya avakirina aştî û civaka demokratîk derdixe holê.
 
Yek ji kesên ku di têkoşîna hatiye dayîn de du zarokên xwe winda kiriye û tu car dest ji têkoşînê bernedaye Sîsê Bîngol a wek dayika Sîsê tê nasînê ye.
 
Her kurê xwe yê şervanê azadiyê ligel hev defin dike
 
Sîsê Bîngol di 1942’an de li gundê Badan a Gimgim a Mûşê tê dinê. Di 15 salî de tê zewicandin, di erdhejam 1966’an a Gimgimê de du zarokên wê jiyana xwe ji dest dide. Du kurên wê tevli PKK’ê dibe. Kurê wê Huseyîn (Kasim) di 1997’an de li Çewlîkê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Hidir Ozgen (Îsmaîl Bênav) jî di 21’ê Gulana 2001’ê de di pevçûnek li Çewlikê de jiyana xwe ji dest dide. Dayika Sîsê her du kurê xwe li gundê xwe ligel hev defin dike.
 
Binçavkirin û girtin...
 
Di 6’ê Nîsana 2016’an de bi ser mala wan ya li gundê Badan tê girtin. Dayika Sîsê ya 78 salî bi du welatiyan re tê binçavkirin. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê tê girtin û dibin girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Tevî nexweşiyê tê girtin û dibêjin ‘terorîst’. Du meh û nîvan girtî dimîne û di 23’yê Hezîrana 2016’an de tê tahliyekirin. Lê piştî salekê şûnde di 8’ê Nîsana 2017’an de dîsa bi ser mala wê de tê girtin. Bi îdiaya ‘Alîkariya rêxistinê’ 4 sal û 2 meh ceza lê tê birîn. Dayika Sîsê bi kurê xwe Zafer Bîngol re tê girtin û dibin girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Nexweşiyên Dayika Sîsê ji ber şertên girtîgehê giran dibe. Piştî demekê bi rîngê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê tê kirin. Binpêkirinên mafan yên li Tarsûsê di 23’yê Adara 2018’an de bi nameyekê vedibêje.
 
Ji bo Dayika Sîsê kampanya îmzeyan
 
Ji bo berdana Dayika Sîsê di sibata 2018’an de kampanya îmzeyan tê destpêkirin û di rapora ku zanîngeha Mersînê da de hat diyarkirin ku girtina wê xetereyê ava dike. Li ser vê di 4’ê Adara 2019’an de hat berdan.
 
Aştî çima hewceye?
 
Tiştên ku Dayika Sîsê jiyaye, aştiyê ferz dike. Dewlet bi salane li hember Kurdan polîtîka înkar û îmhayê dimeşîne û tevî hemû zextan gelê Kurd di civaka demokratîk û aştiyê de israr dike. Dayika Sîsê der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
Ez wekheviyê dixwazim
 
Dayika Sîsê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew wekheviyê dixwaze û wiha domand: “Bila cîhan yek be û paqij be. Yên çûn ji xwe çûn, yên man jî bila riya wan vekiribe. Xwişk û biratî başe. Em berê ditirsiyan ku bêjin em Elewîne. Lê em yekitiyê dixwazin. Bila Kurd, Elewî, Tirk bibin yek.Gerîlayan çek berdan. Tiştekî dizanin ku berdidin. Bila êdî kes negirî. Bila aştî pêk bê. 10 zarokên min hebûn. Niha 4 heb dijîn. Du heb tevli PKK’ê bûn û jiyana xwe ji dest dan. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî dayik rondikan nebarînin.”