
‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
- 14:42 26 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya “Sêşemên ji Darvekirinan re Na” ragihand ku rejîma Îranê di nava mehekê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî 197 kes bi dar ve kiriye.
Kampanya “Sêşemên ji Darvekirinan re Na” di hefteya 83’yemîn a çalakiya xwe de têkildarî cezayê darvekirinê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava vê mehê de li Rojhilat û Îranê 197 kes hatine darvekirin.
Bi domdarî hate gotin ku li hemû bajar û navçeyên Îranê cezayên darvekirinê tên bicihanîn û rejîm dixwaze bi vê rêyê tirsê di nava civakê de belav bike. Bi domdarî wiha hate gotin: “Darvekirin ne rêya çareseriyê ye û binpêkirineke aşkera ya mafên mirovan e. Em daxwaz ji sazî û rêxistinên navdewletî, her wiha çalakvan û azadîxwazan dikin ku li beramberî van cezayên darvekirinê rabin û helwesta xwe nîşandin.”
Kampanyaya “Sêşemên ji Darvekirinê re Na” di 9’ê Çileya 2023’yan de wek nerazîbûneke li dijî darvekirina girtiyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate avakirin. Endamên kampanyayê di her roja sêşemê de çalakiya greva birçîbûnê li dar dixin.