10 sal e li cenazeyê keça xwe digere:Tevî hemû êşan li alî aştiyê me

  • 09:04 13 Kanûn 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX  - Hizne Alsan ku 10 sal e li cenazeyê keça xwe ya di qedexeyên derketina derve ya li Cizîrê hat îlankirin de hat qetilkirin digere wiha got: “Aştî yek alî nabe. Divê hemû kes xwedî li pêvajoyê derkeve.”
 
Di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîra Şirnexê qedexeya derketina derve hat Îlankirin û heta 2’ê Adara 2016’an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de 288 kesî jiyana xwe ji dest da û ji van 177 kes di bodruman de hatibûn qetilkirin. Wê demê cenazeyê gelek kesî li goristanên bêkesan yên Riha, Mêrdîn, Dîlok û Meletiyê hatin definkirin. Tevî 10 sal derbas bûye jî hîna cenazeyê gelek kesî nehatine dîtin. Tê texmînkirin ku cenazeyê 13-14 kesî nehatiye dîtin.
 
Hacer Aslan a 19 salî ku wê demê jiyana xwe ji dest da aqûbeta wê hîna ne diyare. Dayika wê Hizne Arslan da zanîn ku dema qedexeyan de hem keça xwe Hacer hem jî kurê xwe Mehmet Saît winda kiriye û di heman demê de birayê wê Selîm Tugay jî ji aliyê segvanan ve wê demê hat qetilkirin. Hizne Arslan ya 50 salî  diyar kir ku tevî êşa jiyane ji gotinên kurê xwe ‘berxwedan jiyane’ hêzê digire.
 
‘Li ber çavê hemû cîhanê pêk hat’
 
Hizne Arslan got di dema qedexeyên Cizîrê de li xaniyê ku niha dimînin, diman û got: “Keça min xebatkara tenduristiyê bû, li nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê staj dikir. Kurê min Saît bi bavê xwe re di înşatê de dixebitî. Di dema qedexeyan de min pirsgirêkên tenduristiyê  dijiya ji bo dermankirinê çûm Amedê. Min sê zarokên xwe yên biçûk emanetê xizma me kir. Ez çûm wir pevçûnan destpê kir. Em carek din venegeriyan cihê ku mala mel ê ye. Ez, sê zarokên xwe yên biçûk û hevjînê min em li aliyekî man. Hacer û Saît li malê man. 16 rojan li malê man. Piştre top avêtin. Neçar man ji malê derkevin. Çûn mala şînê li wir kom bûn .30 rojî li wir man. Piştre gotin tax vala kirine. Ew jî çûn taxa Cudî. Av û ceyran tunebû. Her tişt hatibû birîn. Komkujî li ber çavê cîhanê pêk hat.”
 
‘Cenazeya biray3e min 29 rojan li kolanê ma’
 
Hizne Arslan wiha dirêjî dayê: “Di roja 43-44’an a qedexeyê de birayê min hat qetilkirin. Wê demê cenazeyê wî birin morgek nêzî sÎnor. Em bi rojan li cenazeya xwe geriyan. Cenazeyê birayê min 29 rojan li kolanê ma.”
 
‘Min dizanibû keça min sax derneketiye’
 
Hizne Arslan daxuyakirin ku keça wê jî di bodruman de bû û wiha vegot: “Navê keça min jî di nava kesên di bodruman de bû. Me ji kurê min Saît agahî nedigirt. Min dizanibû keça min wê sax ji bodruman dernkeve. Hevjînê min çû Mêrdînê ji bo tespîtkirina nasnameyê xwîn da. Heta qedexe neqedya em venegeriyan malê. Piştî qedexeyan vegera malê pir zehmet bû. Min dizanibû zarokên min ne saxin.  Çend hefte piştî rakirina qedexeyên telefonek hat û gotin cenazeyê keça te hatiye dîtin. Em ji bo cenazeyê çûn Rihayê.  Dema min cenaze dît ez matmayî mam. Me vekir ku ne keça mine kurê min e. Di bin zextên dewletê de me cenaze defin kir.”
 
‘Qêrîna bodruman nayê jibîrkirin’
 
Hizne Arslan di berdewamiyê de wiha vegot: “Me bîhan şewatê digirt, me qêrîn dibihistin. Heta sibehê min guhê xwe digirtin. Lê me çi jî bigira ev deng nediçû. Mirov bi zindî dihatin şewitandin. Tiştên me dî û jiyan bi vegotinê naqede. Tevî 10 sal derbas bûye min hîna cenazeya keça xwe nedîtiye. Tevî hemû hewldanan me hîna encamek nehat girtin. Tevî hemû êşan em aştiyê dixwazin. Em li dijî şerin. Em hêviya tiştên xweş dikin. Bila êdî xwîn nerêje. Aştî yek alî nabe. Divê dewlet xwedî li pêvajoyê derkeve û gavê bavêje. Divê komîsyon xwedî li pêvajoyê derkeve.”