Ji Komeleya Wêjekarên Kurd panela li ser wêje û ziman
- 19:15 16 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd li navçeya Licê ya Amedê panelek li dar xist. Nivîskarên ku beşdarî panelê bûn diyar kirin ku dê bala nifşên nû bikişînin ser wêjeyê da ku zimanê Kurdî di her qada jiyanê de zindî bimîne.
Komeleya Wêjekarên Kurd xebatên xwe yên wêjeyî didomîn e. Endamên komeleyê îro li navçeya Licê ya Amedê panelek li dar xistin. Di panelê de nivîskar Leylana Sidîq, Mordem Zel, Aytenxan û Hacî Ozkal axivîn û bal kişandin ser girîngiya ziman û wêjaya Kurdî. Gelek kes tevli panelê bûn.
‘Divê xwedî li ziman bê derketin’
Di destpêka bernameyê de nivîskar Leylana Sidîq axivî û behsa armanca rêze panelên Komeleya Wêjekarên Kurd kir û got: “Em ê rêze bernameyên xwe li her navçeyên Kurdistanê çê bikin û bala nivşên nû bikişînin ser wêjeyê da ku zimanê Kurdî di her qada jiyanê de zindî bimîne.”
Behsa dîroka Licê ya kevnar kir
Nivîskar Mordem Zel jî di panelê de behsa dîroka Licê ya kevnar, girîngiya navên erdnîgaryê û xwedî derketina li ziman kir û got: “Licê bi dîroka xwe yek ji cihên bijare yê Kurdistanê ye û pêwîste li dijî hemû hewldanên bişaftinê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.”
Bal kişand ser zaravayê kirmanckî
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd nivîskar Hacî Ozkal jî bal kişand ser zaraveya kirmanckî û got: “Bi qasî ku li Licê zaraveya kurmancî heye, ewqas jî kirmanckî heye, lewre jî pêwist e li cihekî weke Licê her du zarave jî di heman mêzînê de di heman heqîbê de cih bigirin.”
‘Bi çanda kurdewar mezin bûme’
Helbestvan Aytenxan jî der barê wêjeya devkî ya Licê û herêmê de axivî û got: “Ez weke neviya dengbêj Ebdirehîmê Pîrikî bi çanda kurdewar mezin bûme û xwedî li vê mîrateyê bi awayekî helbestî derdikevim. Wêje û helbest wekî ava Dîcleyê di çaviyên pireya Farqînê de dê biherike û jiyanê bide giha û giyanekên welatê me.” Piştî axaftinan Aytenxan û Mordem Zel helbest xwendin.
Di dawiya bernameyê de Dengbêj Hecî Emerê Entaxî bal kişand ser çanda dengbêjiya herêma Licê û bi klam û stranên xwe reng da bernameyê.
Bername bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.







