Dayika Cemîle Çagirga tevî hemû êşan daxwaza aştiyê dike
- 09:02 18 Kanûn 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Cemîle Çagirga ku 12 salî di qedexeyên derketina derve de hat qetilkirin cenazeya wê 3 rojan di cemedankê de hat sekinandin. Dayika wê Emîne Çagirga da zanîn ku ew tevî êşan aştiyê dixwaze.”
Di qedexeyên derketina derve yên 2015’an ku li Cizîrê hat îlankirin de gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Di qedexeyan de yek mijara ku herî zêde deng da qetilkirina Cemîle Çagirga ya 12 salî bû.
Cemîle Çagirga li ber mala xwe ji aliyê segvanan ve hat qetiklirin. Tevî daxwaza malbatê ya ambulansê, ambulans nehat şandin û dayika wê cenazeyê keça xwe bi rojan di cemedankê de veşart.
Mirin û windayên malbata Çagirga ne tenê bi Cemîle Çagirga sînor darin. Ji salên 90’î heta niha malbat bi gelek zext û êrîşan re hatiye rû hev. Di nava kesên ji malbatê hatine qetilkirin, xwişka Cemîle Çagirga Emîne Çagirga ya ku 10 salî bû jî heye.
Dayika Cemîle Çagirga, Emîne Çagirda da zanîn ku tevî 10 sal derbas bûye êşa wan hîna teze ye.
Di 1992’an de keça wê fatma hat kuştın
Emîne Çagirda diyar kir ku ew çi jî bêje tu tişt têrî vegotinê nake û got: “Di 1992’an de êrîşê mala me kirin. Ji mala me 7 kes hatin kuştın û 7 kes birîndar bûn. Keça min Fatma 10 salî bû. Li Cizîrê êrîş hebûn. Ji bo em xwe biparêzin em ketin bodruma mala xwe. Dewletê êrîşa ku kir xwest bıavêje ser PKK’ê. Ji wê rojê şûnde hevjînê min bi dehan carî hat girtin.”
‘Me nizanbiû wê Cizîrê wêran bikin’
Emîne Çagirga daxuyakirin ku di qedexeyên derketina derve de ekeça wê Cemîle Çagirga 12 salî bûye û wiha vegot: “Keça min hem diçû dibistanê hem diçû qursa Kuranê. Rojekê ji mizgeftê hat got qedexe hatiye îlanikrin. Me ewil bawer nekir. Me nizanibû ku wê Cizîrê wêran bikin. Li taxa me tiştek tunebû.. Li taxa Nurê pevçûn hebûn.”
‘Mala me gulebaran kirin, keça min qetil kirin’
Emîne Çagirga di berdewamiyê de wiha vegot: “Em rojên ewil yên qedexeyê de bi cîranan re li hewşa me bûn. Bi ser me de gule reşandin. Piştî êrîşê her kes li cihekî belav bû keça min Cemîle li ber derî ket. Min sê caran gazî keça xwe kir. Deng jê nehat. Herî dawî got ‘ay dayê’ û jiyana xwe ji dest da. Me keça min anî hundir. Hevjînê min hat malê. Mala me gulebaran kiribûn, keça min qetil kiribûn. Hewa pir germ bû. Me nizanibû em çi bikin. Me parçeyên cemedê danîn ser bedena wê. Em li emniyetê, dozgeriyê geriyan. Lê ambulans neşandin. Gotin qedexe heye em nikarin bişînin.”
‘Sê rojan di cemedankê de ma’
Emîne Çagirga êş û bêçaretiya wê rojê jiyane wiha vegot: “Em bê çare man. Me keça min bir serşoyê me ew şûşt. Keça min ji hineyê hez dikir. Me hine li dest û porê wê kir. Me kefen kir. Me betanî lê gerand. Me ji cîranan cemedank xwest. Me cenaze xist cemedankê. Em li her derê geriyan. Piştî sê rojan gotin wê ambulans bê bigire. Kurê min dema cenazeya xwişka xwe dibir jî gule direşandin. Keça min girtin birin Şirnexê. Piştî sê rojan geriyan û gotin wê li vir defin bikin. Me qebûl nekir. Piştî 9 rojan şûnde qedexe qediyan me cenze defin kir..
”
‘PKK’ê gavên pêwist avêtine’
Emîne Çagirga wiha dawî lê anî: “Me gelek êş kişandin. Êşa me ne tenê yeke. Niha pêvajoya aştiyê heye. Tevî hemû êşan em dibêjin êdî bes e, em aştiyê dixwazin. Bila tu dayik êşê nekişîne. Em hemû xwişk û birane.”







