Cizîr a bi mîrateya ji Berîvanan maye wê bibe bajarê jinan

  • 09:02 28 Kanûn 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardeş
 
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç da zanîn ku Cizîr ji bo bajarê jinan herêma pîlot hatiye hilbijartin û got: “Em ê Cizîrê ku bi mîrateya ji Berîvanan maye bikin bajarê jinan.”
 
Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên demokratîk, azadiya jin û ekolojiyê esas digire bê navber didomîne. Li Amedê bi civîneke mezin ya pêk hat re DEM Partî biryar girt ku Amed, Nisêbîn, Gever, Artemêt û Cizîr wek bajarê jinan ji nûve ve saz bikin. Bi vê modelê mafê jiyanê ya jinan dertê pêş.
 
Yek ji bajarên hat hilbijartin Cizîr bû. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç der barê xebatên xwe yên ji hilbijartinên 2024’an heta niha de ji ajansa me re axivî.
 
‘Pirsgirêka herî mezin binesazî û sazkirine’
 
Guler Yerbasan Tunç da zanîn ku şaredariya Cizîrê di 3’yê Nîsan a 2024’an de ji qeyûman dewr girtine û wiha vegot: “Şaredarî nêzî 10 salan destê qeyûman de man. Li bajar texrîbatek mezin û heman demê de deynekî mezin hebû. Piranî saziyên bin bana şaredariyê de hatibûn dewrkirin. Mala şînê, mala xwarinê, mala pitşevaniya jinan, hemû saziyên ji bo zarokan hatibûn dewrkirin. Niha destê me de tiştek tuneye. Lê dîsa jî em bi berpirsyariya ku gel daye me dixebitin. Bêguman xebatên me têr nakin em baş dizanin. Niha yek ji pirsgirêka herî mezin binesazî û sazbûne. Ji ber vê jî gelek xebatên em bikin hene lê rewş aşaredariyê pir nebaşe. Pereyê ji Îller Bankasi tê beşek ji ber deyn tê birîn. Yê dimîne jî xebatek cidî pê nayê meşandin. Ji ber vê hewcedariya me bi piştgiriyê heye. Şaredariyên ji derveyê welat an jî şaredariyên cuda yên vir di çarçoveya şaredariya xwişk-bira de dikarin xebatên me xurt bikin.”
 
‘Piştî 9 salan şûnde midûriyeta jinan’
 
Guler Yerbasan bi lêv kir ku çarçoveya xebatên azad de xebatan jinan dimeşînin û ev tişt vegot: “Çawa em hatin ser peywirê 9 sal şûnde me midûriyeta jinan vekir. Berê ev midûriyet hatibû girtin, karker ji kar hatibûn derxisitin. Me midûriyet vekir û xebatên xwe meşand, hevalên xwe dîsa girtin kar.”
 
Bi Keziyê re jiyana komunal wê ava bikin
 
Guler Yerbasan Tunç destnîşan kir ku girêdayê midûriyeta jinan Mexazeya Piştevaniya Jinan a Kezî vekirine û got: “Ev wê ji bo jin û zarokan xebatan bimeşîne. Ev mexaze salek di şaredariyê de hat vekirin. Piştr eme got divê li taxê bê vekirin û jin jê fêdeyê bigirin. Me li taxa Cudî mexaze vekir. Em ji karsazên tekstîlê, esnafan piştgiriyê digirin. Ji xurekan heta cil û bergan heta alavên kirtasiyê û pedên hijyenîk li vir tên komkirin û ji bo kesên hewcedar tên dayîn. Heta niha em ji bo 2 hezar malbatî bûn alîkar.”
 
Li taxa xebata fîzîbîlîteyê
 
Guler Yerbasan Tunç da zanîn ku di çarçoveya xebatên jinan de li taxan xebatên fîzîbîlîteyê tên meşandin û wiha dirêjî dayê: “Em li diJî tundî û destdirêjiya li hember jin û zarokan li taxan xebatan dimeşînin. Em bi jinan re civînan dikin. Em perwerdehiyên zayenda civakî û hişmendiyê didin. Em bi jinên STK’yan re vê xebatê dimeşînin.”
 
‘Em ê bajarê xwe bikin bajarê jinan’
 
Guler Yerbasan Tunç wiha dawî lê anî: "Di encama civînên me bi jinan re kir de me biryara avakirina navenda piştevaniyê ya jinan girt. Em ê navê navendê bikin Berîvan Kutlu. Niha amadekariyên wê tên kirin. Ji bo Cizîr bibe bajarê jinan em bi jinan re tên gel hev û dixebitin. Em li dijî destdirêjî, tiryak,tundî, fuhuşê xebatên xwe didomînin. Em ê bajarên Cizîrê bikin bajarê jinê. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe bikin bajarê jinan. Ji her sê projeyên me du heb yên ji bo jin û zarokan e. Em ê bi fikra jina azad, wek jin di rêveberiyên herêmî de rola xwe bilîzin.”