Di nava salekê de lî Îranê têkoşîna jinan

  • 09:04 28 Kanûn 2025
  • Rojane
Shaghayegh Noruzî
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Bedena jinê her tim bûye navenda polîtîkayên hêzê. Ji Tehranê heta Xezayê çalakî û azadiya jinan bûye nîşaneya ku hêza siyasî, leşkerî û çapemeniyê çawa hatiye bi rêvebirinê.
 
Li Rojhilata Navîn beden û jiyana jinan, ne cara yekem e, ji dîrokê heta îro û bi awayekî sîstematîk ji qanûnên kontrola zayendî û hilbijartinan heta pevçûnên leşkerî û dîplomasiya global di navenda polîtîkayên hêzê de cih girtiye. Ji Tehranê heta Xezayê çalakî û azadiya jinan bûye nîşaneya ku hêza siyasî, leşkerî û çapemeniyê çawa hatiye bi rêvebirin.
 
Nakokiyek aşkera:Mafê mirovan ji bo kê û kengî?
 
Di navbera 2024-2025’an de di êrîşa Israîlê ya li hember Şerîda Xezayê de ji 30 hezarî zêdetir Fîlîstînî hatin qetilkirin.Li gorî Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji van qurbaniyan ji sedî 70 jin û zarok bûn. Hikûmetê bi salan xwe wek ‘parêzvanên mafê jinan yên Rojhilata Navîn’ didan nasîn, li dijî komkujiyê bêdeng man û piştgiriya leşkerî, siyasî û aborî ya ji bo hikûmeta Israîlê domandin an jî hîn zêdetir kirin.
 
Dirûşmeya azadiya jinan li ser fuzeyan nivîsin
 
Serokwezîrê Israîlê Benjamîn Netanyahu  di êrîşa leşkerî ya li hember Îranê de li ser fuzyên xwe yên ku bû sedema mirina sedan kesî dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ nivîsî. Ev dirûşmeya di serhildana li dijî tundiya li ser jinên Îranê vejiya, kirin alava rewakirina bombebaranê, veguhertina ala emperyal.
 
Bandora êrîşa Îseraîlê li ser tevgera jinan
 
Têgehên femînîst ku heta duh di propanganda welatên Rojava de bi êş bû, îro ev bikaranîn gihiştiye sînorê sûc. Bi dirûşmeyên jinan bi ser jinan de bombeyan direşînin.Israîlê di êrîşa Îranê de, ferz kir ku tevgera jinan hedef û fikrên xwe ji nû ve li ber çavan derbas bike.
 
Îran û hêza navxweyî ya jinan
 
Di 2022’an de piştî qetilkirina Mahsa (Jîna)Amînî, tevgera ‘jin jiyan azadî’ derket holê û ev ne tenê destpêka pêleke protestoyê, dsetpêka avabûna hêzeke navxweyî ya jinan  a li dijî tundiyê bû. Tevî zext û êrîşan, vê tevgerê rê li ber îzolasyona civakî venekir; berovajî vê piştî şoreşa 1979’an şûnde bû tevgereke berxwedanê ya siyasî ya herî mezin.
 
Kolan bûn  qadên çalakiyan
 
Ji wê demê şûnde bajarên Îranê guherîn. Kolan êdî ne tenê riyên derbasbûnê, bibûn qadên çalakiyan. Li qadan jinên laçika serê xwe avêtibûn, jinên cil û bergên xwe bi model û rengan guhertin, jinên ciwan yên li zanîngehan, metroyan û mexayan bi bedenên xwe li dijî qanûnan têkoşiyan, cih girtin.
 
Îsal jî gelek kes hatin girtin.Lê li gorî sala borî  mirov hîn zûtir berdan ji ber ku dixwestin kontrolên ewlehiyê bikin. Cezayên darvekirinê ya Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî rakirin.Ev agahiyeke baş a sala 2025’an bû.
 
Rewabûna polîtîkayên hikûmetê kêm bû
 
Li gorî daneyên fermî yên Navenda Îstatîstîka Îranê di 6 mehên ewil yên 2025’an de hişbiryarên polîsên ahlaqê yên ji bo ‘serê xwe li gorî rêbazan bigire’ ji sedî 60 kêm bûye. Li gelek qadan êdî der barê vê de polîtîkayên tund nayên dîtin. Ev jî nîşaneya ku êdî rewabûna polîtîkayên hikûmetê kêm bûye ye.
 
Ji şexsî berbi sazîbûnê
 
Tevgera jinan a Rojhilata Navîn bi taybet li Îranê nîşan daye ku dijminê esas ne fîgurê siyasiye, sazbûnê kontrol û tundiyê diafirînin e. Her wiha qanûnên darazê, saziyên ewlehiyê, çapemeniya hiKûmetê û vegotinên ku rolên jinan dadixînin asta pasîfbûnê… Ji hikûmetên ku bombe û çekan bi ser jin û zarokan de dibawerînin gotinên wekê ‘azadî’, ‘demokrasî’ û ‘wekhevî’ bihistin, nayê qebûlkirin. Tevgerê jinan yên Rojhilata Navîn ev têgeh li kolanan li qadan ji nûve ava kirine.
 
Welatên Rojava di şeran de tenê rêbazên navneteweyî binpê nekirine, heman demê de di alî avetina gavê şênber yên der barê tevgerên mafên mriovan de jî biser neketine. Bêdengiya hiqûqî ya navnetewyî û kapîtalîzma-neo di kêmbûna berxwedanê de rolek mezin lîstiye.
 
Ji girtîgeh û derveyê sînor deng
 
Jinên Rojhilata Navîn ji nava sazbûnên zextan û girtîgehan jî îsal dengê berxwedanê bilind kirin. Di şertên bi sînor de aktîvîst tevli piştevaniya derveyê sînor bûn û dengê xwe bilind kirin. Ji Afganîstan, Fîlîstîn, Sûriye û Îranê jinan li dijî tehdîdên li hember jiyana xwe li dijî înkarê stratejiyên têkoşîna hevpar pêş xistin. 
 
Ne rizgariya ji derve, xurtbûna ji hundir
 
Jinên li Rojhilata Navîn têdikoşin êdî ji welatên Rojava rizgariyê napên. Tecrubeyan nîşan daye ku daxwazên ji qada navneteweyî hatine kirin bê alîkarî mane û rewabûn ji holê hatiye rakirin, veguheriye binpêkirina siyasî û çandî. Îro tevgerên jinan veguheriye bîra kolektîf û çalakiyên rojane. Dengê wan ne tenê di axaftinên dîplomatîk de, li kolanên Tehran, li kampên Xezayê û li derdorên bindest yên herêmê bilind dibe.