10 jinên Behayî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

  • 12:51 28 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zextên rejîma Îranê yên li ser civaka Bahayî zêde dibin. Hat ragihandin ku 10 jinên Behayî li Esfehanê bêy ku li dadgehê amadebin, cezayê girtîgehê lê hatin birîn.
 
Li gor nûçeya Ajansa Îran International, 10 jinên Behayî piştî ku serdana Ofîsa Bicihanîna Cezayan a Esfehanê kirin, hatin binçavkirin. Piştre şandina Girtîgeha Dewlet Abad.
 
Li gor nûçeyê jinên hatine girtin, Yegana Ruhbexşî, Arezu Subhanyan, Şana Şuqî Fer, Neda Îmadî, Neda Bedbexş, Mujgan Şahrezayî, Perstû Hekîm, Negîn Xademî, Yegane Agahî, Behar Letîf.