Jinên bixwe ‘jin jiyan azadî’ ne: Sêvê Pakîze û Fatma

  • 09:04 1 Çile 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Çîmen Fîdan ya TJA’yî der barê têkoşîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin axivî û got: “Sêvê Pakîze û Fatma bixwe bûn ‘jin jiyan azadî’. Ev her sê heval ‘Jin jiyan azadiyê’ temsîl dikin.”
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di qedexeyên derketina derve ya 14’ê Kanûna 2015’an de hatin îlankirin  gelek kes hatin qetilkirin. Di pêvajoya ku qedexe berdewam dikirin de di 4’ê Çileyê 2016’an de  endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya herêmên Demokratîk(DBP) Sêvê Demîr, Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin hatin qetilirin. Sê jinên têkoşer di bîra gel de cihê xwe girtin.
 
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan der barê têkoşîna her sê jinan de axivî.
 
‘Xebatên TJA’yê meşandin’
 
Çîmen Fîdan da zanîn ku Sêvê, Pakîze û Fatma di gelek qadan de xebitîne û cih girtine. Adalet Çîmen Fîdan wiha got: “Her çiqas di qadên cuda de bixebitin jî ya herî girîng xebatên TJA’yê meşandin. Heman demê de ev xebatên civakî bûn. Her sê hevalan bêyî newekheviyê bikin navbera bajaran li gelek bajarî xebat meşandine.”
 
‘Jinan wek xetere dibînin’
 
Çîmen Fîdan destnîşan kir ku Sêvê, Fatma û Pakîze, komkujiya Parîsê ku Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetil kirin bibîr dixe û ev tişt bi lêv kir: “Jin bi salane ji bo jiyanek wekhev û azad têdikoşin. Ji ber vê jin her tim hedef hatine girtin. Ji ber jin li dijî desthilatdariyê rolên xwe tînin cih. Desthilatdariyê jî her tim jinên têkoşer wek tehdîd dîtine. Ji ber vê jinan hedef digirin. Bi jinan re civakê hedef digirin. Em dinêrin li her qada jiyanê jin xetere tên dîtin. Jin li her derê tên qetilkirin. Li malê li nav çar dîwaran û jinên têdikoşin tên qetilkirin. Jinên têdikoşin zêdetir hedef tên girtin. Armanc jî eve ku ji xebat û têkoşînê dur bixin.”
 
‘Hedefgirtina Sêvê, Fatma û Pakîzeyê hem siyasî hem polîtîk e’
 
Çîmen Fîdan wiha dirêjî da axaftina xwe: “50 sal e Kurd ji bo nasname, hebûna xwe têkoşînek mezin didin. Ev têkoşînek giştiye. Lê jinan di vir de jî di astên herî jor de cihên xwe girtin û rola pêşeng lîstin. Dema jinek di têkoşînê de cih bigire ne tenê ji bo nasnameya Kurd heman demê de ji bo nasnameya jinê jî têdikoşe. Van her sê hevalên me jî kedek mezin dan. Sedema hedefgirtina wan jî ev bû. Hedefgirtina Sêvê, Fatma û Pakîzeyê hem siyasî hem polîtîke.”
 
‘Ji bo hemû jinan bedel dan’
 
Çîmen Fîdan diyar kir ku felsefeya ‘jin jiyan azadî’ û TJA tenê aliyek jinan temsîl nake hemû jinên cîhanê temsîl dike û wiha dawî lê anî: “Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê belav bû. Zîhniyeta jinê qetil dike li her derê heman zîhniyete. Jiyana koletiyê li jinan ferz dikin. Jiyanek wekhev qebûl nakin. Ji ber vê jî ‘jin jiyan azadî’ hemû jinan temsîl dike. Sêvê, Pakîze û Fatmayê bedelên mezin dan. Ji ber vê ew ‘jin jiyan azadiyê’ tesmîl dikin.Min her sê heval ji nêz ve nas kirin. Divê zaroka keç ya nû tê dinê jî wek endama TJA’yê bê dîtin. Ji ber jiyan ji wir destpê dike. divê yek jineke ku ji bo jiyane azad û wekhev xwe rêxistin neke nemîne.”