Li Şengalê cejna Çarşema Nîsanê destpê kir

  • 09:44 8 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê cejna Çarşema Nîsanê ya bi salnameya Mergehê (Feqîran) dest pê kir. Îro civaka êzidî, bi taybetî tebeqeya Feqîran û yên ku vê cejnê pîroz dikin, berê xwe dan ser goristanan û dest bi pîrozbahiya cejnê kirin.
 
Li Şengalê bi hatina biharê re, cejna Çarşema Serê Salê ku bi gelek navên din jî tê gotin, dest pê dike. Civaka êzidî dibêjin: “Nîsan bûka salê ye” û di yekemîn çarşema meha nîsanê de (li gorî salnameya kurmancî ku li gorî heyvê diçin), cejna Çarşema Nîsanê ji aliyê piraniya tebeqeya Feqîran ve tê pîrozkirin. Ji vê salnameyê re dibêjin “salnameya Feqîran”, lê di eslê xwe de salnameya Mergehê ye ku a Şengalê ye.
 
Duh civaka Êzidî di nav bedewiya biharê de geriyan û kulîlkên reng bi reng anîn malên xwe. Her wiha dest bi kelandina hêkan kirin û paşê hemû hêk hatin rengkirin.
 
Meyan Hiço, di dema kelandin û rengkirina hêkan de ji ajansa me re axivî û got: “Di serî de vê cejnê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin û em bi hêvî ne ku ev meha nîsanê bibe xêr û xweşî li seranserê cîhanê û aştî li tevahiya vê gerdûnê pêk were.” Meyan da zanîn ku ew salane di êvara cejnê de hêkan dikelînin û reng dikin. Her wiha dema sibehê radibin, bi derketina tîrêjên rojê re, qalikên hêkan û kulîlkên biharê yên ku ji nava zeviyên rengîn anîne, tevî herî an jî hevîr li ber deriyê malê xwe ve dikin, ji bo ku her kes bizanibe ku ev malbateke êzidî ye. Paşê em diçin goristanê û di serî de cejna miriyên xwe pîroz dikin û bi wan re dest bi pîrozbahiya cejnê dikin.’’
 
Îro di sibeha cejnê de bi sedan kes çûn ber mezargeha Şerefedîn, seredana goristanan kirin û li ber qubeyê ji bo aştiyê dua kirin.
 
Her wiha pîrozbahiya cejnê wê heta êvarê dewam bike û li gelek cihan bi minasebeta rojê şahî wê werin lidarxistin.
 
Hêjayî bîrxistinê ye ku di çarşema pêş me de, wê êdî cejna Çarşema Nîsanê ya giştî (ku jê re dibêjin Cejna Çarşema Serê Salê li gorî salnameya Laleşê) dest pê bike, ku li her derê ev cejn bi girseyî tê pîrozkirin.