Li Îranê jinek hat girtin
- 21:30 9 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Zeyneb Azîzî û Sîrvan Emînî ku li Sîneyê dijîn bêyî biryara darazê hatin binçavkirin û şandin girtîgehê.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) da zanîn ku Zeyneb Azîzî û Sîrvan Emînî ku li Sîneyê dijîn bêyî biryara darazê hatin binçavkirin û girtin.
Li gorî HRANA’yê Zeynep Azîzî û Sîrvan Emînî piştî binçavkirinê ji hevdîtina parêzeran bêpar hatine hiştin û sewqê girtîgeha Sîneyê hatine kirin. Hat hînbûn ku sedama binçavkirinê bikaranîna ekîpmanên uyduyê ya Starlîkin.







