Ji 4 jinên kurd agahî nayê girtin

  • 13:52 10 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji çar jinên Kurd ên bi navên Baran Omîdiyan, Dorsa Ayaz, Ummû Benîn Dehkan û Meryem Alîpûr ku ji hêla rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, agahî nayê girtin. Her wiha derbarê kesên bi hinceta tev li xwepêşandanan bûne de jî cezayên darvekirinê tên dayîn.
 
Zordariyên rejîma Îranê yên li dijî Kurdan berdewamm dikin. Li gorî agahiyan çarenûsa du jinên ku ji aliyê Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatine girtin, zêdetirî du meh in nayê zanîn. Hate ragihandin ku Ummû Benîn Dehkan (63) û Meryem Alîpûr (31) hîn jî di girtîgeha Qarçakê de di bin lêpirsînê de ne. Her du jinên girtî, dayik û xwişka girtiyê siyasî Babek Alîpûr in ku beriya niha hatibû darvekirin. Her wiha hat diyarkirin ku bavê Babek Alîpûr, Ruzbeh Alîpûr jî di girtîgeha Evînê de girtî ye.
 
Li gorî agahiyan, mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re jî, ji endamên malbata Alîpûr re hatiye qedexekirin. Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku rejîma Îranê beriya darvekirinê, mafê xatirxwestina dawî jî neda malbata Babek Alîpûr. Dayika Babek Alîpûr, Ummû Benîn Dehkan, wekî çalakvaneke ku beşdarî kampanyaya “Sêşemên ji Darvekirinê re Na” tê naskirin. Ummû Benîn Dehkan û keça wê Meryem Alîpûr, di 26ê Adara 2025an de dema vedigeriyan mala xwe, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn girtin.
 
Xwendekara bi navê Baran Omîdiyan û ciwana 17 salî Dorsa Ayazî yên ku tevlî xwepêşandanên meha Çileyê bibûn, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin ku piştî girtinê ji her du ciwanan tu agahî nayê girtin.
 
Li gorî agahiyan, hêzên rejîma Îranê her du ciwan bi hinceta tevlîbûna xwepêşandanan hatine desteserkirin. Piştî binçavkirinê Baran Omîdiyan bo Girtîgeha Qerçek a li bajarê Weramînê hate veguhestin. Her wiha Dorsa Ayazî ya 17 salî jî derbasî navendeke çaksaziyê hate kirin.
 
Tevî hewldanan jî malbatên wan nikarin tu agahiyekê li ser rewşa her du ciwanan bigirin û fikarên li ser ewlekariya jiyana wan zêde dibin.
 
Her wiha li Banê jî ciwanê bi navê Diyako Îyazî ji hêla hêzên rejîmê ve 9 roj berê hate binçavkirin û heta niha agahî jê nayê girtin. Ligel hemû hewildanên malbatê jî agahiyên derbarê Îyazî de nayên parvekirin.
 
Zordariyên darvekirinê yên rejîmê jî berdewam dikin. Herî dawî Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Urmiyeyê ve bi hiceta “ji bo Îsraîlê sîxurî kiriye” cezayê darvekirinê li Kurdê bi navê Yaqûb Kerîmpûr birîbû. Ligel îtîraza parêzerê Kerîmpûr jî Şaxa 9an a Dadgeha Bilind a Îranê cezayê li Kerîmpûr kirî erê kir û Kerîmpûr bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ye. Piştî erêkirina cezayê darvekirinê, parêzerê girtî ji bo ji nû ve darizandinê serî li rayedaran da, lê heta niha bersiveke zelal nedaye vê daxwazê.
 
Mahbûbe Şabanî ya 30 salî ku di xwepêşandanên meha Kanûnê de hatibû girtin, li Girtîgeha Vekîlabadê ya li bajarê Meşhedê tê girtin. Dozgeriyê derbarê Mahbûbe Şabanî de bi hinceta, “Fesadî derxistiye” cezayê darvekirinê tê darizandin.