Ji Dîlokê bang kirin: Heta edalet pêk neyê em ê têbikoşin
- 17:55 18 Nîsan 2026
- Rojane
DÎLOK – Platforma Jinan a Demokratîk ji bo Gulîstan Doku û jinên bi gûman jiyana xwe ji dest dane çalakî pêk anîn û gotin: “Tabloya li pêş me rejîma tundî û bêcezahiştinê ye. Em ê li dijî vê tarîtiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê ji bo Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş û hemû jinên biguman jiyana xwe ji dest dane li Qada Balikli çalakî pêk anîn. Li ser navê platformê Gul Fîdan Ozpolat daxuyanî xwend.
Gul Fîdan Ozplat da zanîn ku ew şopdarên dosya Gulîstan Doku bûne û got: “WEk Gulîstan Doku Û Rojînê gelek xwişkên me bi gûman jiyana xwe ji dest dan. Em ê hesabê hemûyan bipirsin. Em ê destur nedin ku gumanbar li derve bigerin. Êrîşa li ser jinan sîstematîk bûye. Divê pêvajoyên darazê teslîmê têkiliyê hêzê neyê kirin. Tabloya li pêş me rejîma bêcezahiştinê û tundiya mêr e. Heta ku hesabê wan neyê pirsîn, edalet pêk neyê em ê têbikoşin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.







