Konferansa Rêveberiyên Herêmî li Amedê dest pê dike

  • 14:34 28 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Rêveberiyên Herêmî yên DEM Partiyê dê di 29-30'ê Nîsanê de li Amedê konferansekê li dar bixin.
 
Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 29-30'ê Nîsanê de li Hola Konferansê ya Elî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansek rêveberiyên herêmî ya jinan a du rojî bi dirûşmeya "Em bi îradeya jinan û bi rêveberiyên herêmî re civakek azad ava dikin" li dar bixin.
 
Her wiha di 30'ê Nîsanê de li Hola Konferansê ya Elî Emîrî konferansek rêveberiyên herêmî ya tevlihev jî dê were lidarxistin.