Di êrîşa kûçikên leşkeran de zarokekî jiyana xwe ji dest da

  • 19:32 29 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Serav a Wanê kûçikên leşkeran êrişî du zarokan kir û di encama êrişê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Serav a Wanê du pismamên bi navê Hamza Ozsoy (5) Ayaz Ozsoy (10) rastî êrişa kûçikên leşkeran hat. Dema zarok ji mala xwe ya li kêleka Tabûra Leşkeriyê ya 5emîn a Hidûdê derketin, kûçikên ku tê angaştkirin yên leşkeriyê ne, êriş kirin û her du zarok birîndar bûn. Welatiyên derdorê mudaxale kirin û zarokên birîndar rakirin navenda tenduristiyê ya nêzî tabûrê. Tevî hemû mudaxaleyan jî zarokê bi navê Hamza Ozsoy jiyana xwe ji dest da.
 
Ayaz Ozsoy ê ku birîndar bibû jî piştî mudexaleya ewil a navenda tenduristiyê, rakirin nexweşxaneya Seravê.