Di sêgoşeye malbat-polîs-dewletê de qetilkirin: Îlayda Zorlu

  • 09:06 2 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - Sekretera Mala Gel Çîgdem Serîn mirina bi guman a Îlayda Zorlu nirxand û da zanîn ku lêgerînên ji aliyê polîsan ve li malan tên kirin li ser jinên ciwan veguheriye alava zextê û got: “Mirin çawa pêk hat. Em vê qetilkirinê wek marîfetê malbat-dewlet û polîs dinirxînin.”
 
Di 18’ê Nîsanê de xwendekara beşa têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Teknîk Karadenîzê Îlayda Zorlu, ji aliyê polîsan ve hedef hat girtin û di 8’ê Adarê de li malbata wê digerin û dibêjin keça we tevli çalakiyên jinan dibin. Di encama vê de Îlayda Zorlu bi guman jiyana xwe ji dest da. Îlayda Zorlu bi çeka bavê xwe yê polîs bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê carek din derket holê ku ji bo jin ji têkoşînê bên dûrxistin malbatan dixin dewrê û ji ser malbatê zext li ser jinan tên kirin.
 
Sekretera Jinan a Mala Gel Çîgdem Serîn der barê mijarê de axivî.
 
Di sêgoşeya malbat-polîs-dewletê de qetilkirin
Çîgdem Serîn got lêpirsîna der barê mirina bi guman a Îlayda Zorlu de didome û baro jî şopdarê pêvajoyê ne. Çîgdem Serîn wih agot: “Divê ev bûyer bê lêkolînkirin. Guleya Îlayda qetil kir ji çeka bavê wê derketiye. Bûyer çawa pêk hat hat. Bi marîfetê malbat, dewlet û polîs pêk hat. Îlayda hatiye qetilkirin. Li hember xwendekarên jin zext hene. Me gelek mînakên vê dîtin. Me li Enqereyê dît. Îzmîrê dît. Em di çapemeniyê de dibînin. Jin ji ber tevli 8’ê Adarê dibin rastî zextan tên. Polîs li malbatan digerin û îfadeyên şaş ji malbatan re radigihînin. Bi vî awayî dixwazin jinan biçewisînin.”
 
‘Hevkariya dewlet malbatê’
 
Çîgdem Serîn wiha bi lêv kir: “Desthilatdariyê 'Sala malbatê' îlan kir. Em navê vê daynin. Ev tundiya dewlet-mêr e. Em cureyê vê tundiya dewlet mêr dibînin. Bi taybet jî dixwazin têkoşîna jinên têkoşîna azadiyê didin asteng bikin. Bi hevkariya dewlet mêr jin tên qetilkirin. Em bi hêrsin û xemgînin. Li malbatan digerin. Ev bi gelek aliyan fêdeyê dide polîtîkayên desthialtdariyê. Partriyarkal kapîtalîzm li gorî hewcedariyên xwe polîtîkayan diafirînin. Li aliyê din jî wek alavên zexta faşîzmê hfewcedariyên rejîmê dibînin. Li gel vê agahiyên tenduristiyê û dermankirina jînekolojîk yên jinan bêyî agahiya jinan didan malbatan. Ev salek û nîv berê dihat kirin. Me li ber Wezareta Tenduristiyê bang kir. Me got ev dibes edema jiyana jinan. Em got em hesabê vê dipirsin. Em ê têkoşîna xwe li her alî bidomînin.”
 
‘Em ê tundiyê îfşa bikin’
 
Çîgdem Serîn di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tevî hemû zext û kontrolan jin têkoşîna xwe didomînin û wiha pê de çû: “Îro hîna jin li kolanan têdikoşin. Hesab dipirsin. Ji ber vê hewldanên li hember jinan vala ne. Lê mixabin îro jin tên qetilkirin. Ji bo ev bi dawî be em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê tundiyê îfşa bikin.”