PJAK’ê piştgirî da banga dayikên aştiyê

  • 18:20 5 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê yên Rojhilat ya li dijî darvekirina girtiyên siyasî.
 
Dayikên Aştiyê yên Rojhilat têkildarî darvekirina girtiyên siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurd kiribû.
 
Li ser vê yekê endamê Desteya Rêvbeber ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ya ji bo banga dayikên aştiyê anî ziman. Rêwar Awdanan destnîşan kir ku ew banga dayikan a li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bidin sekinandin, girîng dibînin.
 
Rêwar Awdanan anî ziman ku dayikên aştiyê daxwaza piştgirî û havkariyê ji wan kiriye ji bo pêşîgirtina bidarvekirina girtiyên siyasî ya ji aliyê Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve û got: “Em PJAK em pir girîngî didin dayikên aştiyê ji bo wê em bi hemû hêza xwe piştgiriya banga dayikan dikin.”