Li dijî qedexekirina xutbeya bi kurdî bertek

  • 15:45 8 Gulan 2026
  • Rojane
AGIRÎ/MÛŞ - Têkildarî biryara qedexekirina weazên bi Kurdî ya Miftîtiya Giyadînê daxuyanî hatin dayin û wiha hate gotin: “Mîmber ne cihê qedexeyan, cihê heqîqet û dengê yekitiyê ye.” 
 
Mifîtiya Giyadînê ji melayên navçeyê re fermanek şand û jê xwest li navenda navçeyê weaz bi temamî Tirkî û li gundan jî “heke tenê yek kes jî bi Kurdî nezane” divê weaz bi Tirkî bên dayin. Bertekên li dijî vê fermanê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengtiya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) û Komeleya Ziman Çandê ya Kurdî-Zanê li pêşiya mizgefta li navenda navçeya Giyadînê çalakî hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, DEM Partiyî û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Miftiyê faşîst îstîfa bike” hatin berzkirin. 
 
Hevberdevkê MÎA-FED’ê Îlhan Tan metna daxuyaniyê xwend. Metna daxuyaniyê wiha ye: “Em bawer dikin ku ev nêzîkatî ne tenê pirsgirêkeke îdarî ye; di heman demê de li dijî ruhê gerdûnî yê Îslamê, fêmkirina ruhê mirovahiyê, aştiya civakî û çanda pêkvejiyanê ye. Qur’ana Pîroz ziman û cudahiyên mirovan wekî ayetên hikmeta Xwedê bi nav dike; ‘Ji ayetên Wî jî afirandina ezman, erdê û cudabûna ziman û rengên we ye.’ Her wiha di ayetekê de jî wiha tê gotin; ‘Min her Pêxember bi zimanê qewmê wî şandiye da ku ji wan re peyamên min aşkera bike.’ 
 
'Qedexekirina ziman tengkirina dilovaniya îlahî ye'
 
Ji vê yekê tê fêmkirin ku ziman di Îslamê de ne tenê serişteya ragihandinê ye; di heman demê de serişteya fêmkirina heqîqetê, parastina kerametê mirovan û avakirina girêdana civakî ye. Li ser vê bingehê, qedexekirina zimanekî di mizgeftan de; ne tenê astengkirina axaftinê ye, lê tengkirina dilovaniya Îlahî, qelskirina têgihiştina olî û birîndarkirina aştiya civakî ye.
 
Mizgeft malên Xwedê ne. Di van malan de tu ziman nayê daxistin, tu nasname nayê xerîbkirin. Mînber cihê qedexeyan û cudakariyê nîne; mînber cihê heqîqetê, edaletê û biratiyê ye.
 
Dîroka Îslamê bi awayekî zelal nîşan dide ku yekemîn helwesta serdestî û cudakariyê helwesta Îblîs bû. Wî bi gotina ‘Ez ji wî çêtir im’ xwe mezin nîşan da û ji ber vê nêzîkatiyê ji rehmeta Xwedê dûr ket. Pêxemberê me Hz. Mihemed (s.a.v) jî di hedîsekê de dibêje; ‘Yê ku bang li nijadperestiyê bike, ji me nîne.’ Ji ber vê yekê, her nêzîkatiya ku ziman, nasname an çanda gelan biçûk dibîne; ne bi exlaqê Îslamî re lihev tê û ne jî bi peyama edalet û dilovaniya Pêxemberî yê ra li hev tê.
 
Li erdnîgariya Kurdistanê, qedexekirina Kurdî di mizgeftan de; tenê zexta li ser zimanekî nîne. Ev di heman demê de qelskirina peywendiya civakê ya bi olê re ye. Lewra ol bi fêmkirinê dijî û mirov an peyama Xwedê bi zimanê ku dil û hişê wan pê nêzîktir e, baştir têdigihîjin û fêr dibin.
 
Ji vir em bangekî aşkera li Miftîtiya Giyadînê dikin; wan peyvên xwe yên berevaj û nerast sererast bike û di vê mijarê de daxuyaniyê bidin raya giştî. Di serdema ku civak pêdiviya xurtkirina aştiyê, biratiyê û têgihîştina hevdu heye, her helwesteke ku bibe sedema cudabûn û bêbaweriyê divê bi berpirsyarî were nirxandin. Em diyar dikin ku aştiya civakî ne bi qedexeyan, lê bi têgihîştinê ava dibe. Biratî ne bi înkarê, lê bi nasîna hevûdu xurt dibe. Yekitiya gelan jî ne bi zordariyê, lê bi edaletê pêk tê.  Tu kes nikare di mala Xwedê de zimanekî qedexe bike. Tu kes nikare nasnameyekî biçûk bibîne.”
 
'Qedexe xizmetê ji aştiya  civakî re nake'
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî anî ziman ku hewldanên li dijî Kurdî êrişeke li dijî îrade û baweriya gel e û got: “Hewldana tunekirina zimanê dayikê ya di qada cemaweriyê û perestgehan de, hedefgirtina hebûna çandî ya gelekî û azadiya baweriyê ye. Ev zîhniyeta qedexeker tu xizmeta aştiyê ji civakê re nake, berevajî vê dijberiyê kûr dike.” 
 
Li Mûşê daxuyanî
 
Li Mûşê jî li pêşiya şaredariyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Aliman a Mûşê daxuyanî hat dayin. Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Daxuyanî, ji hêla endamê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MİA-FED) Yafes Dînar ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di ola Îslamê de cihê qedexekirina zimanan tune ye û ev yek helwestekî li dijî hebûnê ye. Dînar, got ku ola Îslamê oleke pirzimanî ye û got: “Karê rêberên olê ne ew e ku di navbera zimanan de berîqetan çêbike, karê wan ew e ku di navbera dilan de piran ava bikin. Tu kesek nikare li mala Xwedê zimanekî qedexe bike. Li welatê me hemû ziman azad in lê Kurdî tê qedexekirin. Ev yek şermekî mezin a mirovahiyê ye. Dê gelê me vê bi tu awayî qebûl neke.”