Li Antalyayê mirina bi guman

  • 20:52 16 Gulan 2026
  • Rojane
ANTALYA – Li Alanyayê Svetlana Natalia Linder, li otela ku tatîl dikir bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Alanya ya Antalyayê li oteleke li taxa Çarşi jina bi navê Svetlana Natalîa Lînder li otela ku tatîl dikir bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Sevtlana Natalîa Lînder demek dirêj ji odeya xwe derneket personel ketin hundir û  Svetlana Natalîa Lînder li erdê dîtin. Agahî dan ekîbên tenduristiyê û ekîbên hatin diyar kirin ku Svetlena Natalîa Lînder jiyana xwe ji dest daye.
 
Cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî û der barê mirinê de lêpirsîn hat destpêkirin.