Eren Keskîn:Heta zirxa bêcezahiştinê hebe rûhevhatin pêk nayê
- 09:06 18 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL- Eren Keskîn bêsamimiyeta desthilatdariyê ya di gotinên entegrasyonê de rexne kir û got: “Hea bi îdeolojiya fermî neyên rû hev û hesabpirsîna hiqûqî tunebe aştî jî ava nabe.”
Ji bo di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de aştî mayînde divê sererastkirin bên kirin, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê sereke bê nasîn û ji bo siyasetek azad bike şert û mercên wî bên başkirin. Yek ji bendewraiya din jî ji bo cînayetên kiryar nediyar Komîsyonen Heqîqet û Rûhevhatinê bê avakirinê ye. Endama MYK’a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn der barê mijarê de axivî.
‘Gumanbar tên parastin’
Eren Keskîn balkişand ser dosyayên kiyar nediyar û got: “Dema gumanbar yek ji hêzên dewletê be polîtîka bêcezahiştinê dikeve dewrê. Wezareta dadê sînorekî xêz dike û dibêje hinek dosya. Ev jî rastiyê nîşan nadin. Ji ber ev sûcên li dijî mirovahiyê ne. Wek dosya Gulîstan Doku ku ji ber gumanbar hêzên dewletê ne 6 sale tê veşartin.”
Hêzên li pişt kuştinên kiryar nediyar dewlet e’
Eren Keskîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kuştinên kiryar nediyar raste rast wek polîtîkayek dewletê pêk hat. Dema Gulîstan Doku hat windakirin parlamenterek AKP’ê derket û got ‘Em çawa biznain belkî çûye çiyê?’ Ev berhemên heman refleksê ne. Tên piştperdekirin. Hêzên li pişt kuştinên kiryar nediyar dewet e.”
‘Divê komîsyona rûhevhatin û heqîqetê bê avakirin’
Eren Keskîn bakişand ser pêvajoya aştiyê û daxuyakirin ku ger ku behsa pêvajoyeke wisa bê kirin, mijareke girîng ya ku divê bê kirin avakirina komîsyona rûhevhatin û heqîqetê ye. Ji ber hawira şer bi tena serê xwe zemîna îhlalkirinê ye. Bi destê organîzyona dewltê sûcekî mirovahiyê yê giran hatiye kirin. Lê Tirkiye ji vê nokteyê dure, ligel vê ji bo girtiyên nexweş bi raporên Tipa Edlî nayên berdan. Gav nayên avêtin.Divê ne tenê muxalîf, dewlet, divê hemû kes piştgiriya ji bo pêvajoyê nîqaş bike.Divê dewlet gavên şênber bavêje. Ji bo vê divê hemû alî dengê xwe bilind bikin.Bazara mafê mirovan nabe. Divê demildest di mijara windayan, kiryarnediyaran de dewlet sûcê xwe qebûl bike, bi heqîqetê re bê rû hev. Ev ji bo aştiyê ferz e.”
Eren Keskîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mafê mirovan nikare bibe mijara bazarê. Ya ku divê Tirkiye ewil bike, li gorî qanûnên heyî dîvê tevbigere. Divê biryarên dadgeha destura bingehîn pêk bîne, dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bîne. Pêvajoyên aştiyê dirêjin. Divê komîsyon bên avakirin, heqîqet derkevin holê. Mexdur bên guhdarkirin. Dema wisa be mirov dikarin behsa aştiyekê bikin.”







