OHD: Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin
- 16:21 18 Gulan 2026
- Rojane
ENQERE - OHD'a Enqereyê derbarê şert û mercên girtîgehên Anatoliya Navîn daxuyanî da û got: “Sepanên binpêkirina mafan zêde dibin.”
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê, têkildarê rewşa girtiyên nexweş yên di girtigehên Anatoliya Navîn de tên ragirtin li avahiyê komeleya xwe ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Gelek parêzer û nûnerên komeleyê tevlî daxûyaniye bûn. Metna daxûyaniyê endama Lijneya Girtigehan Fatma Surucu xwend.
Fatma Surucu diyar kir ku di salên dawî de li girtigehên Tirkiyeyê, di serî de îşkence û tecrîd, binpêkirina mafan û sepanên derveyî hiqûqê her ku diçe kûrtir û girantir dibe û wiha got: “Gelek malbatên girtiyan derbarê binpêkirina mafan yên di girtîgehên Anatolya Navîn de rû dane serlêdana me dikin. Em jî raporan amede dikin. Komeleya me serdana girtîgehên Afyon, Bolvadîn, Çorum, Sungurlu, Yozgat Hejmar 1 û 2 yên Tipa T, Kirşehir ya Tipa S û Girtîgeha Ewlehiya Bilind, Eskîşehîr Kirikkale, Karabuk, Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Hejmar 1 û 2'yan in.
Fatma Surucu daxwazên Komîsyona Girtîgehan a OHDê Enqereyê wiha rêz kirin:
* Divê girtigehên ehlewiya bilind yên tipên S û tipên F yên tecrîde bên girtin.
* Divê di girtigehan de sepanên tecrîde bên bi dawikirin.
* Hewcedariyên mina ronîkirin, germkirin, hewadarkirin, ne li gor ewlekariyê li gor mafên mirovan were pêkanîn.
* Divê hewcedariyên hîjyenê bê pere were dayîn. Divê hewcedariyên jinên jinên girtî yên taybet bên pêkanîn, divê mafê wan yê xwe gihandina dermankirinê neyê astengirin.
* Di serî de hewcedariyên nexweşên girtî yên xwarinên taybet divê bê pêkanîn û hemû girtî divê karibin xwe bigihînin xwarinên li gorî diyetên xwe.
* Divê gihiştina ava paqij ya vexwarinê pêkan be, pirsgileka av ên gemar û qirêj bê çareserkirin.
* Divê girti ne bi wesayîtên rînge ve bi wesayîtên tendûristiyê ve bê rawestandin bîçin nexweşxaneyê.
* Li neweşxaneyên tera xwe xwedî derfet jî karibin rapora “di girtigehe de dikare biminê/nemine” bidin. Rewşa nexweşên nikarin pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin werin berdan.
* Dive rewşa girtiyên nexweş ne li gorî “ewlehiya cîvakî” bên rakirin. Divê cihêkariya di taloqkirina infazan de tê kirin bê dawîkirin.
* Divê girtiyên dema berdanên hatine bi biryara Lijneya Îdarê û Çavderiyê bi awayeke keyfî neyê astengkirin.
* Divê bi sepanên bêrûmet ên mîna gerîna nava dev ên girtiyan bê rakirin. Divê daxwazên ji bo dermankinê tên kirin neyên redkirin û derengxistin.
* Divê girtî bê kelemçe û di lêgerînê de bi parastina mahremiyetê bên dermankirin.
* Divê li her girtigehê de lijneya bijîşkan hebe û neweşên girtî karibin xwe bigehijînin pêdiviyên tendûristiyê.
*Divê li her girtigehê tera xwe bijîjkên diranan, hemşîrê, derûnnas, xebatkarê civakî hebin.
*Divê înfaza girtiyên nexweş ên giran bê rawestandin.







