Nobeta li dijî JES’ê bênavber berdewam dike
- 19:40 30 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên ÇHD’ê serdana nobeta li dijî projeya JES’ê ya ku li gundê Xwarik ê Gimgimê berdewam dike kirin û welatiyan li ser mafên wan ên qanûnî agahdar kirin.
Nobeta li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê plankirin ku di nav sînorên gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê de were çêkirin, di roja 28’an de ye. Li qada çalakiya nobetê ya ji aliyê Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, pankartên "Gelê Gimgimê santrala enerjiya jeotermal naxwaze. Dest nede ava min, axa min" û "Em xwezaya xwe, baweriyên xwe, pêşeroja xwe diparêzin" hatin daliqandin.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) serdana nobetê kirin. Parêzeran li ser êrîşên gengaz ên hêzên dewletê semînerek agahdariyê li dar xistin. Gelek welatî beşdarî semînera agahdariyê bûn û li ser mafên xwe yên qanûnî agahî wergirtin.
Nobet ji hêla şêniyên taxa Xoşan û gundê Ware Canê yên Gimgimê ve dewr hat girtin.







