Yildiz Onen: Divê hikûmet îradeya siyasî nîşan bide

  • 09:04 2 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Nivîskar û akemîsyen Yildiz Onen der barê çarçoveya hiqûqî ya tê plankirin di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bê kirin û sererastkirinên qanûnî de axivî û got: “Em îradeya ku Abdullah Ocalan, DEM Partî û PKK’ê nîşan daye dibînin. Lê hikûmetê di vê mijarê de hîna gav navêtiye. Divê hikûmet wê îradeya siyasî nîşan bide.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û bi vê re pêvajoya nû hat destpêkirin. Pêvajo di zemîna meclîsê de bi nîqaşên ‘ çarçove qanûn’ di astek krîtîk de pêş dikeve. Ji bo sererastkirinên qanûnî bangên ji bo gavên şênber bê navber tê kirin. Avakirina aştiyeke rastîn û mayînde, ewlehiyên qanûnî ji sernavên girîng in.
 
Nivîskar û akademîsyen Yildiz Onen têkildarî bi pêvajoyê re çarçoveya hiqûqî ya tê plankirin, bendewariyên civakê û sererastkirinên demokratîk axivî.
 
Yildiz Onel pêvajo Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û got merasîma çekberdanê ji bo her kesî bûye hêvî û got bi bidawîbûna pêvajoya şer û pevçûnan divê sererastkirinên qanûnî biketa jiyanê. Yildiz Onen wiha berdewam kir: “Sê daxwazên esas hebûn. Ya yekemîn avakirina zemîna ku Abdullah Ocalan aktîf tevli siyastê bibe û ji mafê hêviyê fêdeyê bigire. Ya duyemîn yên çek berdane bên Tirkiyeyê û aktîf tevli jiyana siyasetê bibin. Ya sêyemîn jî girtiyên bi salane girtîne bên berdanê bû. Ev saleke mixabin di van xalan de tu gav nehatiye avêtin. Komîsyona meclîsê hat avakirin. Komîsyon girîng bû. Dayikên Aştiyê jî tê de aliyên cuda kes çûn wir. Di vî şerî de çi hat jiyîn encam çibû? Xebat û raporên berfireh hatin amadekirin. Dihat payîn ku piştî berdana çekan qanûn bên derxistin. Lê mixabin em hîna dipên. Divê demildest gav bên avêtin.”
 
‘Divê hikûmet îradeya siyasî nîşan bide’
 
Yildiz Onen destnîşan kir ku divê dewlet demildest gavê bavêje û çarçoveya hiqûqî ya amadekariya wê tê kirin bikeve jiyanê û wiha bi lêv kir: “Ji bo baweriya civakê divê gavên qanûnî û şênber bên avêtin. Ji bo demokratîkbûnê berdana çekan têr nake. Ev bi tena serê xwe pirsgirêkê çareser nake. Ji ber ku gavên neyînî tên avêtin gel bi pêvajoyê bawer nake. Ji bo bawer bikin divê gavên hiqûqî bên avêtin. Divê zimanê Kurdî bikeve bin ewlehiyê, di mijara rêveberiyên herêmî de divê gav bên avêtin, divê qeyûm şûnde bên kişandin. Ji bo ev daxwaz pêk bên divê îradeya siyasî hebe. Divê hikûmet îradeya xwe nîşan bide.”
 
‘Divê bigihêje serkeftinê’
 
Yildiz Onen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Saziyên civakî, sivîl mixabin ev 5-10 sale qels bûne. Divê saziyên civakî asivîl di civakê de aktîf cih bigirin. Rêveberiyên herêmî divê di alî pêvajoyê de hîn çalaktir bin. Divê hîn xurtirbin hîn bêtir qadê vebikin ku di navbera civak û dewletê de bibe pir. Lê ya herî girîng civak dixwaze wê îradeya siyasî bibîne. Aştî daxwaza hemû civakê ye. Rojhilata Navîn nav şerekî mezin de ye. Divê demildest ev pêvajo bigihêje serkeftinê. Ji bo vê divê gavên hiqûqî demildest bên avêtin.”