Hîvda Çelebî hat tehliyekirin

  • 22:20 13 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ERZÎNGAN - Hivda Çelebî, ku li Girtîgeha Jinan a Erzincanê girtî bû, piştî 7 sal û nîvan hate berdan.
 
Hivda Çelebî, ku li Girtîgeha Jinan a Erzincanê girtî bû, piştî 7 sal û nîvan hate berdan. Piştî derketina ji girtîgehê, Hivda Çelebî ji aliyê malbat û endamên TUAYDER’ê ve bi gul û çepikan hate pêşwazîkirin.
 
Hivda Çelebî, ku di 16’ê Çileya 2019’an de li Stenbolê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hate girtin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Qersê ve bi heman tohmetê 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
 
Serbestberdana Hivda Çelebî, ku li Girtîgehên Jinan ên Bayburt û Erzincanê girtî bû, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK) ve çend caran hatibû paşxistin.