'Bila tecrîd bidawî be, ziman azad be'

  • 09:04 16 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Buşra Turan
 
WAN - Jinan diyar kirin ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mayînde bibe divê demildest gavên qanûnî bên avêtin û gotin ji bo çareseriya demokratîk divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û girtiyên siyasî bên berdan.
 
Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve bangên ji bo gavên şênber didomin. Bala hemû kesî li gavên ku desthilatdarî bavêje ye. Ji bo statuya ziman, valakirina girtîgehan, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehiya qanûnî daxwaz tên bilindkirin.
Di vê çarçoveyê de Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan nirxandin kirin û gotin divê dewlet demildest gavên şênber bavêje.
 
‘Divê serokatî bê berdan’
 
Nîmet Abî da zanîn ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne û got di mijara bidawîbûna pevçûnan, pêkhatina aştî û zimanê dayikê de divê gav bên avêtin û wiha domand: “Yekane hêviya me aşti ye. Bila dest bidin hev. Em Tirk  û Kurd xwişk û bira ne. Sibê êrîşê Tirkiyeyê bikin yên ewil xwedî lê derdikevin Kurd in. Em dua dikin. Bila xweş bi encam be. Zarokên me girtîne, li çiya ne. Bila êdî çareserî bê. Em nizanin çi bêjin. Bila serokê me berdin. Em ji pêvajoyê bi hêvî ne. Em ê heta dawî zimanê xwe biparêzin.”
 
‘Bila girtî bên berdan’
 
Jina bi navê Kiymet Abî jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û bendewariya wan ev e ku pêvajo erênî encam bibe. Kiymet Abî wiha berdewam kir: “Em azadiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila serokê me azad be. Em axa xwe dixwazin. Em dixwazin zimanê xwe bi awayekî azad biaxivin. Bila girtî bên berdan.”
 
‘Em bi aktorê sereke Abdullah Ocalan bawer in’
 
Behîce Abî jî diyar kir ku divê pêvajo bigihêje çareseriyek mayînde û di mijara ziman û azadiyê de wiha bang kir: “Salek û nîv e Birêz Ocalan pêvajo daye destpêkirin. Ev pêvajo daye ber Kurdan û Tirkan. Lê hîna gavek şênber nehatiye avêtin. Armanca Birêz Ocalan gelê Kurd û Tirk bê gel hev. Em azadiyê dixwazin. Daxwaza me berdana girtiyan e. Mixabin Tirkiye girîngiya pêvajoyê nizane. Divê em hemû dest bidin hev. Dayikên Tirkan ên Kurdan jî dayik in. Ewlad ewlad e. Bila tu kes nemire. Ev pêvajo ji bo me girîng e. Em bi serokê xwe bawer in. Lê em bi dewletê bawer nakin. Bila Erdogan bibihîze. Êdî bes e. Em zimanê xwe azadiya xwe dixwazin. Divê gavên şênber bên avêtin.”
 
‘Dem dema yekitiya Kurdan e’
 
Behîce Abî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê Kurd bi yekitî tevbigerin û wiha dawî lê anî: “Birêz Ocalan pêvajo da destpêkirin. Divê em jî destên xwe bidin hev û xwedî li pêvajoyê derkevin. Bi salan e em di bin zilmê de ne. Em mafên xwe dixwazin. Divê Kurd ligel hev bi hev re têbikoşin. Ez bang li Emîne Erdogan û Tayîp Erdogan dikim. Em azad nebin hûn jî ne azad in. Divê ne hêzên derve, wekheviya gelan esas bê girtin.”