Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 1119'an li dar xistin
- 14:31 5 Îlon 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1119'an a çalakiyên xwe de, careke din daxwaza xwe ya edaletê ji bo Fethi Ildır ê ku di sala 1993'yan de dema di binçavan de bû, hatibû windakirin anîn ziman. Çalakvanan bal kişandin ser wê yekê ku dosyeya dozê bi salan e di rewşeke ne diyar de hatiye hiştin û gotin: "Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê dema dozê bi dawî nabe."
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1119'an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Fethî Ildir ê ku beriya 33 salan hatibû windakirin, pirsîn.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn metna daxuyaniyê xwend.
‘Gotin Fethî Ildir nehatiye binçavkirin’
Eren Keskîn diyar kir ku di windakinan de berpirsiyara dewletê heye û wiha got: “Çiqas dem derbas bibe jî berpirsiyartiya dewletê ji holê ranabe. Em vê hefteyê qala Fethî Ildir ê ku di sala 1993'yan de hatibû windakirin û kuştin dikin û li kujerên wî dipirsin. Fethî Ildir 18 salîbû û li navçeya Hezexa Şirnexê dijiya. Di sala 1993'yan de ji bo here kar ji malê derket. Şahidan diyar kir ku Fethî li gundê Kuştepeyê hatiye binçavkirin. Gundê Kuştepeyê jî wê demê navenda Hîzbûllahê bû. Malbat demildest serî li saziyên dewletê da. Lê ji wan re hate gotin; Fethî nehatiye binçavkirin. Di 19ê Îlona sala 1993yan de cenazeyê Fethî Ildir ê ku îşkence lê hatibû kirin, li ser rêya Cizîr û Hezexê hate dîtin. Kujerên Fethî Ildir li ku ne?”
‘Em ê dest ji dozê bernedin’
Eren Keskîn bi bîr xist ku doza derbarê kuştina Fethî Ildir de hatibû vekirin û wiha axivî: “Navê cerdevan Mehmet Şerîf Tanriverdî, Cemal Gozuncu, Behrem Gozuncu û Suleyman Gungor di dosyeyê de cih girt. Lê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dosyeyê wekî ‘meçhûlê nediyar’ pênase kir. Dosye paşê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate şandin. Di dosyeyê de bi salan e tu pêşketin tune ye. Em di sala 33yemîn a windakirin û kuştina Fethî Ildir de dîsa dibêjin; di sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk hatine de demborî tune ye. Çend sal derbas dibin bila bibin jî em ê li pey dosyeya Fethî Ildir bin.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.







