Li Zarokîstanan serdema 2026-2027’an dest pê kir
- 18:14 9 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi têgihîştina xizmeta pirzimanî tevdigere, li kreş û odeyên lîstikê yên Zarokistanê dest bi serdema nû ya perwerdeya 2026-2027’an kir.
Serdema nû ya perwerdeya Zarokîstanê destpêkir. Perwerdeya îsal bi hefteya oryantasyonê dest pê kir û di giştî de wê 508 zarok ji van xizmetan sûdê werbigirin. Di kreş û odeyên lîstikê de ku ji bo zarokên 3-6 salî xizmetê didin. Di vê çarçoveyê de wê atolyeyên drama, muzîk, şano, felsefe, werzîş û hunerê bêne organîzekirin. Her wiha xwarina rojane ya zarokan jî bi bernameyeke ku ji aliyê diyetîsyenên pispor ve hatiye amadekirin.
Xizmeta ku pirzimanî esas digire, dê di nava hefteyê de di navbera saet 08.00 û 16.00’an de berdewam bike.
Rêvebira Şaxê Xizmetên Zarokan Şevîn Anik li ser destpêkirina serdema nû ev tişt gotin: “Di bin sêwana Şaredariya Bajarê Mezin de me îro dest bi dönema nû ya 2026-2027’an kir. Armanca me ya sereke ew e ku em xizmeteke bi kalîte pêşkêş bikin ku her zarok li vir xwe hêja û di ewlehiyê de perwerde bibe.”







