Zelal Kartal a YJA Starî li ser gora xwe hat bibîranîn
- 20:16 11 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Endama YJA Starê Tekoşîn Amed (Zelal Kartal) di salvegera 9’emîn a şehadeta xwe li ser gora xwe ya Amedê hat bîranîn.
Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), di salvegera 9’emîn a şehadeta endama YJA Starê Tekoşîn Amed (Zelal Kartal) li ser gora wê ya li Goristana Yenîkoy a Amedê bernameyeke bîranînê pêk anî. Ji bilî malbata Tekoşîn Amedê, Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Amedê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û bênavber dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Piştre dua hatin xwendin.
Di bîranînê de dayika Tekoşîn Amed Afîfe Kartal axivî. Afîfe Akrtal da zanîn ku ew ê xwedî li têkoşîna keça xwe derdikeve û got: “Şehîd şehîdê me hemûyan e. Cudahiya keça min ji şehîdên îro tune ye. Şehîd zarokên me hemûyan e.”







