Îranê cezayê dervekirinê li ser jinanên siyasî zêde dike
- 13:18 12 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê rejîma Îranê ve, sepandina cezayê darvekirinê li ser jinên girtiyên siyasî her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de, cezayê darvekirinê ji bo jinekê hatiye birîn û daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê a jineke din jî hatiye redkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê derbarê zêdebûna cezayê darvekirinê djiî jinên girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raporek belav kir
Cezayê darvekirinê li Merziye Îbrahîmî hate birîn
Di raporê de hate diyarkirin ku, Merziye Îbrahîmî ya 32 salî ku nişteciha bajarê Bender Ebase, bi tohmeta ‘kişandina wêneyên cihê êrişên mûşekî’ cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Her wiha destdanîna ser mal û milkên wê û ji karê di nav saziyek dewletê de hatiye derxistina. Tevî vê yekê jî, rewşa tenduristiya wê ne başe û bi gelek nexweşiyan ketiye.
Hate destnîşankirin ku Merziye Îbrahîmî ya ku wekî Sûde Îbrahîmî jî tê naskirin, li bajarê Erakê ji dayik bûye û li bajarê Bender Ebasê dijî. Navborî di Nîsana sala 2026’an de hatibû binçavkirin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Hormuzganê ve bi tohmeta ‘hevkarîkirina bi medyayê re û propagandaya li dijî ewlehiya neteweyî’ hatibû tawanbarkirin.
Ji nû ve darizandina Erxewan Felahî hate redkirin
Li gorî raporên mafên mirovan ên hatine weşandin, Dadgeha Bilind daxwaza ji nû ve darizandina girtiya siyasî Erxewan Felahî red kiriye. Ev girtiya siyasî ku berê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û niha li girtîgeha Evînê tê ragirtin.
Ev girtiya siyasî ya ku di sala 2001’ê de ji dayîk bûye, di Tîrmeha îsal de ji aliyê Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve ku ji aliyê dadwer Ebolqasim Selavatî ve tê birêvebirin bi tohmeta ‘serhildanê‘ cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Ev ceza di dawiya Tebaxê de ji aliyê Şaxa 41’an a Dadgeha Bilind ve hatiye piştrastkirin.
Erxewan Felahî di destpêka Sibata 2025’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û rakiribûn Beşa 209’an a girtîgeha Evînê. Rapor nîşan didin ku di dema lêpirsînê de zext li wê hatiye kirin da ku bi darê zorê îtîrafên têkildarî kuştina du dadweran, Mihemed Moxîseh û Elî Reyzanî, bike.
Her wiha Erxewan Felahî berê di Mijdara 2021’an de li gel bavê xwe hatibû binçavkirin û bi tohmetên ‘propaganda’, ‘hevkarî’ û ‘kombûn û li dijî rejîmê’ du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî qedandina cezayê xwe ji girtîgeha Evînê hatibû berdan.
Bi hatina salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re zext zêdebûne
Di çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, li gel berdewambûna zextên li ser jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, cezayê darvekirinê bûye yek ji wan gefên sereke ku rûbirûyî jinên çalakvan û girtiyên siyasî dibe. Di vê derbarê de, Îran di asta cîhanê de xwediyê asta herî bilind a rêjeya darvekirina jinane.
Ev doz di salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, careke din rewşa jinên siyasî û çalakvanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dide xuyakirin. Ew jinên ku di çend salên borî de beşdarî xwepêşandan û tevgerên nerazîbûnê bûne, rûbirûyî girtin, dadgehkirin, zindan û cezayên giran bûne.
Di heman demê de, berdewambûna cezayê darvekirinê ya li dijî jinan, di çarçoveya zordariya dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, bûye sedema fikarên mezintir a mafên jinan yên li herêmê. Piraniya wan jinên ku cezayê darvekirinê li ser wan tê sepandin, di bin êşkence û îtîrafên bi darê zorê de mane, an jî qurbaniyên qanûnên cudaxwaz ên malbatî û tundiyê ne.







