Ji Mîna Acer 'Dîmenek ji Zêmarên Herêma Mêrdînê'
- 10:41 24 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Nivîskar Mîna Acer ku heta niha di qada helbest û çîroka Kurdî de berhemên hêja dabûn çapkirin, vê carê bi xebateke kûr a lêkolînî li ser zargotin û wêjeya devkî derket pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka wê ya nû ya bi navê “Dîmenek Ji Zêmarên Herêma Mêrdînê” ji nav Weşanên Pungê çap bû û cihê xwe di nav refên pirtûkxaneyan de girt.
Weşanxaneya Pungê ku di demeke nêz de dest bi weşangeriyê kiriye û bi piranî bi du zimanan berheman çap dike, bi vê dosyaya lêkolînê ya Mîna Acer re gaveke girîng di warê tomarkirina çanda devkî de avêt. Ev pirtûk, dibe çaremîn berhema Nivîskara Jin Mîna Acer ku dixe xizmeta ziman û wêjeya Kurdî. Wê berê ji nav Weşanên Lîsê du dîwanên helbestan bi navê “Kulîlkên Mala Mirîyan” û “Biyaban” û pirtûkeke çîrokan jî bi navê “Sûretên Şikestî” weşandibû.
Nexşerêya Pirtûkê
Nivîskar di vê xebata xwe de, zêmarên herêma Mêrdînê-bi taybetî yên hin deverên diyarkirî, bi hûrgilî û bi metodên lêkolînê digire dest. Pirtûk ji du beşên sereke pêk tê: Di beşa yekem de li ser “Pênaseya Zêmaran”, “Zêmar bi Tevayî” û “Zêmar Çawa Tên Îcrakirin” nirxandinên zanîstî û çandî tên kirin. Di beşa duyem de jî bi taybetî li ser herêma Mêrdînê hûr dibe. Zêmarên Qoserê, Dêrikê û Nisêbînê bi mînak û serenavên cihêreng tên vegotin. Pirtûk bi nirxandineke giştî ya encamê bi dawî dibe û nivîskar, çavkaniyên ku ev zêmar jê hatine berhevkirin jî li dawiya berhemê pêşkêşî xwîneran kiriye.
'Zêmar şahidên dilêşiyên civakî ne'
Li ser rûpela dawî ya pirtûkê, derbarê girîngî û kûrahiya zêmaran de tespîtên pir girîng hatine kirin. Di danasîna pirtûkê de bi van peyamên bi bandor derdikexe pêş:“Zêmar, di nav edebiyata devkî de cihekî taybet digirin û bûne nîşana êş û azarên gelê Kurd. Ev cureyê kilaman, ku ji kûrahiya dîrokê tên, bûye dengê dilên şikestî û birîndar. Bi rîtm û gotinên xwe yên xemgîn, zêmar ne tenê qeydên derd û keserên takekesî ne, di heman demê de şahidên serpêhatî û dilêşiyên civakî ne jî. Gava ku em îro guhdariya zêmaran dikin, em ne tenê stranekê dibihîzin, em rûpelekê ji dîroka mirovahiyê û civakê dixwînin.”
Di nivîsê de her wiha tê destnîşankirin ku kevneşopiya zêmaran li seranserê cîhanê heye û her gelî bi ziman û çanda xwe êşên xwe bi vî awayî anîne ziman.
Mîna Acer kî ye?
Nivîskar Mîna Acer, di warê Civaknasî, Pêşdibistan û Karûbarên Civakî de perwerde dîtiye. Wê li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê beşa Kurdolojiyê de lîsansa bilind-master qedandiye û mamostetiya zimanê Kurdî kiriye. Her wiha 3 salan li Akademiya Cegerxwîn perwerdeya ziman û wêjeya Kurdî dîtiye. Acer ku du salan di rêveberiya MED-DERê de cih girtiye, niha jî hem di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de û hem jî li ser medyaya civakî bernameyan ku amade dike xebatên xwe yên çandî û zimanî dimeşîne.







