Yekitiya Jinên Sûdanê:Jin ne alavên şer in

  • 21:05 20 Îlon 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekitiya Jinên Sûdanê ji bo berdana çalakvan, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û parêzvanên mafên jinan daxuyaniyek da û daxuyakirin ku jinên Sûdanê ne alavên şer in û ne jî kaxezek danûstandinê ne.
 
Yekîtiya Jinên Sûdanê bi daxuyaniyekê banga berdana hemû jinên ku li Sûdanê ji ber çalakiyên xwe yên sivîl, xebatên mafên mirovan û rojnamegeriyê bi awayekî keyfî hatine girtin kir û xwest çarenûsa kesên bi zorê hatine windakirin demildest bê eşkerekirin.
 
'Xebatên jinan sûc nînin'
 
Daxuyaniya ku bi dirûşma "Azadî ji bo jinên girtî, parastin ji bo jin û keçan, edalet ji bo qurbaniyên şer" hate dayîn, hemû cureyên tundî û binpêkirinên li dijî jinan şermezar kir û bal kişand ser hedefgirtina parêzvanên mafên mirovan ên jin û rojnamevanan.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çalakvaniya sivîl, xebatên rojnamegeriyê û beşdarbûna di destpêşxeriyên aştiyê de sûc nînin û ev tişt hatin gotin: "Azadî mafekî xwezayî ye ku divê nebe bedela pêkanîna çalakiyên sivîl. Divê dawî li zext û gefên li ser jinan bê anîn."
 
Banga beşdariya di avakirina pêşerojê de
 
Yekîtiyê her wiha xwest ku ewlehiya çalakvan û rojnamevanên jin bê misogerkirin, rêz li mafên wan ên di jiyana siyasî û sivîl de bê girtin û jin di avakirina pêşeroja Sûdanê de cih bigirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku sûcdarên şîdetê li ber qanûnê hesab bidin û hemû jinên ji şer bandor bûne bigihîjin piştgiriya mirovî, psîkolojîk û hiqûqî.
 
Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Sûdanê bi van gotinan bi dawî bû: “Rûmeta jinên Sûdanê ne mijara nîqaşê ye, û aştiya rastîn nikare li ser dûrxistina jinan were avakirin.”