Di perwerdehiyê butçe û astengiya perwerdehiya bi zimanê dayikê

  • 09:02 1 Cotmeh 2026
  • Rojane
  
Buşra Turan
 
WAN- Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku pirsgirêkên di perwerdehiyê de veguherîne krîzê û got ku tunehesibandina perwerdehiya bi zimanê dyaikê, nebûna butçeyê û pirsgirêkên bingehîn ên fîzîkî bi sedhezaran zarokan ji perwerdê bêpar dihêle û got: “Divê mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dyaika bê pere bikeve bin ewlehiyê û ji bo krîza perwerdê çareser bibe gavên lezgîn bên avêtin.”
 
Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkan dest pê kir û bi sedhezaran zarok di bin şert û mercên giran de ji derveyê perwerdeyê dimînin an jî ji mafên sereke yên mirovahî bêpar dimînin. Ji ber butçeyek nayê veqetandin, perwerdehiya bi zmanê dayikê nayê dayîn, ligel xwendekaran mamoste jî mexdur dibin.
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê Funda Demîr Bozkurt der barê mijarê de axivî.
 
‘Pirsgirêkên cidî hene’
 
Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku pirsgirêkên di perwerdehiyê de veguherîne krîzê û got: “Şertên fîzîkî yên dibistanan, tayînên mamosteyan, veguhestin û xwedîbûna zarokan pirsgirêkên mezinin. Îsal 632 hezar zarok ji derveyê dibistanan man.Ligel vê mamoste nehatin tayînkirin, pisgirêkên xwedîbûn, veguhestinê tên jiyîn. Kêmasiya xebatkarên li dibistanan kêmin.Niha 11 dibistan bi hinceta tadîlatê  hatin valakirin û şandin dibistanên din. Ev pisgirêk hemû veguherîne krîzê.”
 
‘Butçe nayê veqetandin’
 
Funda Demîr Bozkurt daxuyakirin ku  mafên kedkarên perwerdê jî bi awayekî cidî şûnde dikevin û wiha vegot: “Van pirsgirêkan nabin rojeva wezaretê û karsazan.  Ji bo çareseriya pirsgirêkên zarokan û kedkarên perwerdê tu tiştek nayê kirin. Mijara butçeyê tenê li ser pereyê dibistanê tune ye nirxandin kêm dibîne. Ji bo perwerdehiyê butçeya tê veqetandin têr nake, çareseriyê pêk nayne.”
 
‘Li dibistanan kêmasiya îstîhdamê heye’
 
Funda Demîr Bozkurt anî ziman ku ji ber butçeyek têr ji bo dibistanan nayê veqetandin îdareya dibistan û malbatê tên rû hev û ev tişt got: “Dibistanên bê derfet pisgirêkên mezin dijîn. Di giştînameya wezaretê de tê gotin ku dibistan nikarin pere bixwazin û pereyê qeydan divê neyê girtin. Lê niha hewcedariyek mezin a dibistanan heye.Xebakatkarên alîkar li dibistanan mixabin bi awayekî ewle nayên îstîhdamkirin. Li dibistanan pirsgirêkên hîjyen û şertên fîzîkî yên qels her diçin giran dibin.Ligel vê hejmara polan kême. Dibistanên nûnayên çekirin an jî dema tên çêkirin jî li gorî hewcedariyan nayên çêkirin.  Mixabin li hinek dibistanan di polên 50-55 kesî de xwendekar perwerdê dibînin.”
 
‘Daxwaza me bi zimanê dayikê perwerdehiye’
 
Funda Demîr Bozkurt balkişand ser  perwerdehiya bi zimanê dayikê û diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê divê tenê wek mijarek pedagojîk neyê nirxandin û got: “Xebatên me Egîtîm Senê hene. Me di demek nêz de Komxebata Perwerdehiya Demokratîk pêk anî. Me li ser perwerdehiya bi zimanê dyaikê û modela pirzimanî nîqaş  kirin û plansazî derxist. Daxwaza me eve ku bi zimanê dayikê perwerdehî bê dayîn. Em tenê wek pedagojîk nêznabin. Daxwaza me xizmetên cemawerî ya bi zimanê dayikê ye. Zarokên bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê nebînin pirsgirêkan dijîn. Wekhev dest bi şert û mercên jiyana perwerdê nakin. Dema perwerdehiya bi zimanê dayikê tuneb e, têkliiya navbera mamoste û xwendekar jî holê radibe.  Ev pêkanîn di serkeftina xwendekarande xwe dide der.”
 
‘Tirkiye di mijara perwerdehiyê de pir şûnde ye’
 
Funda Demîr Bozkurt di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser cudahiyên sosyoekonomîk yên di daneyên PISA yên 2025’an û got divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê jî di vê tabloyê de bê nirxandin. Funda Demîr  got Tirkiye  din av welatên OECD de di mijara perwerdehiyê de pir şûnde ye.  Funda Demîr Bozkurt wiha dawî lê anî: “Dersên bijarte di pergala heyî de bi pirsgirêke. Bi bijarte dayîna dersan têr nake. Daxwaza me di esasa perwerdehiya bi zimanê dayikê perwerdehiya pir zimaniye.Polîtîka perwerdê ne tenê tayînkirina mamoste û mufredate. Ji bo vê polîkayên dibistanê yên bi ewle pêwist dikin.”