YRJ’ê Gurbetelli Ersoz bi bîr anî
- 13:12 6 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YRJ’ê bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd û salvegera şehadeta rojnameger Gurbetllî Ersoz daxuyaniyek da û rojnamevanên jin ên ji bo belgekirina rastiyê û xebatên ji bo parastina jinan têkoşiyan bi bîr anî.
r Bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd û salvegera şehadeta rojnamevan Gurbetllî Ersoz ku dikeve 7'ê Cotmehê, Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) rojnamevan û pisporên medyayê yên jin ên Kurd bi bîr anî.
Yekîtiya Ragihandina Jin bi daxuyaniyek vê rojê bi bîr anî û wiha hat gotin: "Ev roj encama têkoşîn û bedelên mezin ên jinên Kurd e ku bawer dikirin rojnamegerî ne tenê pîşeyek e, berpirsiyarî û peyamek e, vegotin û belgekirina rastiyê dikare bibe awayê berxwedan û parastina bîranînê."
Gurbetli Arsoz sembola berxwedan û têkoşînê bû
Di daxuyaniyê de rojnamevan Gurbetllî Ersoz hat bibîranîn û hat bibîrxistin ku di 7'ê Cotmeha 1997'an de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûye û wiha domiya: "Gurbetellî Ersoz ne tenê rojnamevanek bû, bû sembola jinan, baweriya wê bi hêza peyvê û şiyana rûbirûbûnê hebû. Bi rêwîtiya xwe, bi pênûs û dengê xwe yê ji bo parastina mirovahî û edaletê, mohra xwe li dîrokê da û di rojnamegeriya Kurd de bû modelek bêhempa."
Li hemberî êrîş û xeteran îradeya têkneçûyî
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku peyva azad dê şahidiyê ji rastiyê re bike û wiha hat gotin: "Dê vê xeta îradeya neşikestî bidome. Rojnamegerî ji bo jinên Kurd ji pîşeyek bêhtir e, qonaxa îsbatkirina hebûnê ye. Her wiha belgekirina dîrokê û ragihandina dengê jinan û civakê ye.”
Belgeyên îro dibin bîranînên sibê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina bîranîna rojnamevanên jin û jinên ku beşdarî şekildana dîroka medyayê, berpirsiyariyek e li hemberî nifşên pêşerojê ye û wiha hat gotin: “Tiştê ku îro tê belgekirin dibe beşek ji bîranîna sibê û ezmûnên hatine girtin ji bo rola jinan di rêwîtiya rojnamegerî û medyayê de bûne bingehew qewî.”
Dê têkoşîn bidome
Bi vê boneyê Yekîtiya Ragihandina Jin pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya xebata medyayêdubare dike. Ji bo pêşxistina şiyanên jinan dê bi tora hevgirtî ya medyayê, berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.







