Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê

  • 13:43 7 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - CPT, diyar kir ku qelebalixiya zêde ya li girtîgehên Tirkiyeyê gihiştiye astên cidî û bal kişand ser îdîayên muameleya xirab a li hin girtîgehan û tecrîda demdirêj.
 
Komîteya Astengkirina Êşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) raporên Çileya 2021’an û Sibata 2024’an a serdanên li Tirkiyeyê bi raya giştî re parve kir. Rapor piştî destûra hikûmeta Tirkiyeyê hatin weşandin.
 
CPT yekîneyên têkoşîna li dijî terorê û qereqolên navendî yên li Enqere, Amed û Stenbolê jî di nav de çû serdana 13 yekîneyên polîs û cendermeyan. Li gorî raporan, her wiha li du girtîgehên jinan ên li Stenbol-Bakirkoy û Kayseriyê, girtîgeheke zarokan a li Stenbol-Maltepeyê û girtîgeheke ewlekariya bikind a li Amedê jî di nav de serdana 8 girtîgehan hatiye kirin. Di dema serdanê de têkildarî Covid-19 tedbîrên taybet di meriyetê de bûn.
 
Li ser esasê encamên serdana 2021’an serdana taybet a sala 2024’an, muameleya li hemberî girtiyên li girtîgehên ewlekariya bilind û bi taybetî jî girtiyên cezayê heta hetayê xwarine derdikevin pêş. CPT îfade dike ku rewşa jinên li girtîgehan, kesên LGBT+ û girtiyên ji ber hinceta îdarî yan jî disiplînê li hucreya tecrîdê hatine bicihkirin, lêkolîn dikin. CPT ragihand ku bi vê armancê çûne serdana 4 girtîgehên ewlekariya bilind ên li Antalya, Îdir û Wanê û 2 girtîgehên tîpa L ên li Stenbol-Maltepeyê.
 
Yek ji tespîtên herî girîng a CPT’ê zêdebûna nifûsa li girtîgehan e. Li gorî daneyên fermî nifûsa li girtîgehên Tirkiyeyê di Hezîrana 2024’an de gihişte 338 hezarê.
 
CPT bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku zêdebûna nifûsa li girtîgehan rawestîne û li dijî sedemên esas ên qelebalixiya zêde têbikoşin.
 
CPT hin îdîayên weke şeqam, kulm, pehîn û lêdana bi copê yên ku di dema serdana 2024’an de girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê ragihandine, weke “bawerdêr” nirxand.
 
Di raporê de şert û mercên girtiyên cezayên heta hetayê xwarine jî hate rexnekirin.
 
CPT pêşniyar kir ku xizmetên tenduristiyê yên li girtîgehan bên xurtkirin, desteka psîkolojîk û psîkîyatrîk were başkirin û nepeniya agahiyên tibî yên girtiyan were ewlekirin.
 
Hat ragihandin ku CPT têkildarî pirsgirêkên hatine tespîtkirin, diyaloga xwe ya bi rayedarên Tirk re didomîne.