Komplo hat şermezarkirin: Divê şertên guncav ji bo Abdullah Ocalan bên afirandin
- 15:27 9 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşa salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, peyama divê tavilê şert û merc ji bo jiyan û xebata azad a Abdullah Ocalan bên afirandin, hat dayin.
Platforma Saziyên Demokratîk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî li gel gelek saziyên demokratîk li bajarên Serhedê derket kolanan û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî, şermezar kirin. Bi hezaran welatî beşdarî çalakiyan bûn û bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin.
Colemêrg
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Geverê ya Colemêrgê salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di sala 28’emîn de ye, bi meş û daxuyeniyekî hate şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jiyan Jiyan Azadî” û “Silav silav ji Rêber re hezar silav” hatin berz kirin. Dayîkên Aştiyê û bi sedan welatî tev li meşê bûn.
Di çalakiyê hat ragihandin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam e û banga azadiya wî ya fizîkî hat kirin. Di çalakiyê de metna hevpar hat xwendin.
Piştî daxuyaniyê parlementerê DEM Partiyê Onur Duşunmez diyar kir ku 28 sal bi ser komployê re derbas bûn û ne Abdullah Ocalan ne jî gelê Kurd serî netewand. Onur Duşunmez da zanîn ku armanca vê komployê pêk nehat û wiha berdewam kir: “Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd îradeya xwe xwedî derket. Em li vir, li Geverê careke din bangawaziyê dikin. Gever li pey Rêber Apo ye. Divê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bê.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
Agirî
Li Agiriyê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meşek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Girseya ku li ber Pirtûkxaneya Giştî ya kevin kom bû, li pişt pankarta ku li ser wê nivîsandibû "Em komploya li dijî Rêber Apo şermezar dikin. Em rêberê xwe dixwazin û azadiya wî dixwazin" ber bi destpêka Kolana Cumhuriyetê ve meşiya. Di meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî Rêber Apo", "Jiyan bê rêber ne pêkan e" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin, her wiha pankartên bi nivîsa "Riya rastiyê ji Îmraliyê derbas dibe" û "Me rûyê xwe li dijî komployê ber bi rojê ve zivirandiye" hatin hilgirtin.
Parlamentera Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nejla Demîr, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li bajêr û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Piştî meşê, daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Hevseroka Şaxa Bajarê Agiriyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabih Kaya ve hate xwendin.
Erzirom
Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê ji Kolana Cumhuriyetê ya Xinûsê heta Baxçeyê Çayê yê Xinûsê meşek li dar xist. Di meşê de, ku pankartek bi nivîsa "Na ji Komployê re, Azadî ji Birêz Ocalan re" bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî hate nîşandan, dirûşmeyên wekî "Jiyan bê rêber ne pêkan e" û "Bijî Rêber Apo" hatin berzkirin.
Piştî meşê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dindar, diyar kir ku bi salan berê komployek navneteweyî li dijî Abdullah Ocalan hatiye kirin û got ku ev komplo li dijî Ocalan li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Piştre, hevserokê Şaxa Bajarê DBP'ê yê Erziromê Ramazan Karakaş, daxuyaniyek çapemeniyê ya hevbeş xwend.
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
Qers
Li ber baregeha parêzgeha Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a Qersê (DEM Partî) bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Rêveberên parêzgeh û navçeyên Qersê yên DEM Partiyê, her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Hevseroka Parêzgeha Qersê ya DEM Partiyê Arzu Savaş daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş xwend û tekez kir ku ew ê di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşînê bidomînin.
Bedlîs
Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê jî navçeya Norşînê li dijî komploya navneteweyî meşek li dar xist. Girseya ku li Parka Şelaleyê hat ba hev, bi pankarta “Bi Rêbertiya Azad re Civaka Azad” ber bi qada şaredariyê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.
Piştî meşê, rêveberê DEM Partiyê yê Norşînê Ezer Ozkan metna hevpar a daxuyaniyê xwend û anî ziman ku ew ê li her qadê bê rawestan têkoşîna xwe ya li dijî komployê bidomînin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
Mûş
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwest ber bi aliyê Şitilgeha Yeşîlceyê ve bimeşe. Polîsan bi hinceta ku “destûra Walîtiyê nîne” meş asteng kir; girseyê jî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bertek nîşan da. Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz bertek nîşanî biryara astengkirinê ya walî da û got: “Walî Avnî Çakir aştiyê provake dike.”
Girse, ji ber ku polîsan destûr neda, xwest ber bi aliyê berevajî ve bimeşe. Li hemberî polîsên ku dîsa pêşiya girseyê birîn, girseyê xwest her du cadeyan bigire û çalakiya rûniştinê li dar bixe. Polîsan êrîşî çalakiya rûniştinê kir. Di êrîşê de welatiyek birîndar bû, her wiha polîsan midaxeleyî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Can Kirbaş jî kir. Kirbaş bi astengiya polîsan a wekî “Tu tenê cihê ku ez destûr didim dikarî bikişînî” re rû bi rû ma.
Di encama muzakereyên dirêj de girseyê di rêya plankirî de meşeke kurt pêk anî. Di meşê de pankarta bi kurdî û tirkî ya “Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî” hat vekirin û dirûşma “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kirin. Piştî meşê metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Faîk Yasûl ve hat xwendin.
Piştre Sumeyye Boz axivî û got: “Komploya beriya 28 salan pêk hat, îro li kolanên Mûşê bi rêya Walî Avnî Çakir didome. Hewldana gelê kurd a ji bo aştiyê, îro li Mûşê bi qedexeyên keyfî re rû bi rû ye. Wek berdevkê gladyoyê û şer tevdigere. Vîn û daxwaza aştiyê ya gelê kurd li ber çavan nagire. Tewra midaxeleyî bernameyên şîn û bîranînê yên gerîlayên azadiyê jî kir. Îro hemû qedexe wê bi vîna gelê kurd bên şikandin. Aştî wê di encama hewldanên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de teqez bi ser bikeve. Em ji vir silavan ji bo sekin û vîna gelê kurd dişînin. Berxwedan jiyan e.”
Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.
Daxuyaniya hevpar wiha ye:
"Gelê me yê hêja;
Komploya Navnetewî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û ev 27 sal in bi polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan didome, ketiye sala xwe ya 28'an. Ev pêvajoya ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kiribû, di 15'ê Sibata 1999'an de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê veguherî şert û mercên giran ên tecrîdê. Her çend bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi Banga 27'ê Sibatê re dest pê kir di du salên dawî de hin hevdîtin bi Rêber Ocalan re çêbûbin jî, tecrîda li Îmraliyê bi temamî bi dawî nebûye. Em komlogeran bi tundî şermezar dikin.
Komploya 9'ê Cotmehê ya ku armanca wê astengkirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û têkvedana vîna gelên Rojhilata Navîn a ji bo jiyana hevpar, azad û wekhev bû, bi saya têkoşîna 28 salan a gelê me û Rêber Ocalan di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de bêbandor hate hiştin.
Bi rastî jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 1'ê Cotmehê de dest pê kir, bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Ocalan pêş ket û bûyerên dîrokî yên pêk hatine, nîşaneya herî berbiçav a vê rastiyê ne. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, meşandina danûstandin û têkoşînê ya bi awayê herî xurt girîngiyeke jiyanî digire. Astengiya herî mezin a li pêşiya meşandina van hevdîtinan hê jî di bin tecrîdê de ragirtina Rêber Ocalan e.
Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîje serkeftinê, divê Grava Îmraliyê bê gitin, tecrîda li ser Rêber Ocalan bidawî bibe, bi hemû awayî azadiya wî pêk bê û di nava şert û mercên wekhev û azad de xebitîna wî, dê bibe mîsogeriya jiyana azad û wekhev a hemû gelên Rojhilata Navîn.
Em bang li rayedarên Tirkiyê û hemû aliyên têkildar dikin ku ev komplo li hemberî aştî û çareseriya demokratîk a gelan hatiye kirin. Azadiya Rêber Ocalan a bi awayekî fîzîkî teminata avakirina Komareke Demokratî û Avakirina Aştî û Civakek demokratîk e. Lewre Tenê bi vî rengî dikare aştiyek mayînde were avakirin."









