Konferansa Jîneolojiyê ya Ewropayê wê li Hollandayê bê lidarxistin

  • 18:49 10 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hollandayê bi dirûşma ‘Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal ve’  wê Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bê lidarxistin û rola Jineolojiyê û tecrubeyên li Ewropayê wê bên nîqaşkirin. 
 
Li Hollandayê di navbera 16-18’ê Cotmehê de dê bi dirûşma ‘Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal ve’  Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê dê bê lidarxistin. Konferansa ku dê bi organîzasyona endamên Akademiya Jineolojiyê û Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê bê lidarxistin, dê bi temaya bingehîn a ‘Di avakirina jiyana demokratîk û komînal de rola Jineolojiyê’ bê kirin.
 
Li Ewropayê dê xebatên Jineolojiyê bên destgirtin
 
Di konferansê de dê mijarên wek têkoşîna azadiya jinan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê tên birêvebirin, hilberîna agahiyên alternatîf, tecrubeyên jiyana kolektîf û yên têkildarî perwerdeya demokratîk û piştevanya komînal bên nirxandin. Her wiha pêşxistina rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û diyarkirina nexşeriya serdema li pêşiya me tên hedefkirin.
 
Organîzatoran di daxuyaniya têkildarî armancên konferansê de diyar kirin ku armanc ew e  perspektîfeke hevpar li ser pêşeroja Jineolojiyê ku di deh salên dawî de li Ewropa û cîhanê gelek kombûn û berfireh bûye bê pêşxistin.
 
Di çarçoveya konferansê de dê tecrubeya deh salan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê ji aliyê dîrokî, civakî û rêxistinî ve bê nirxandin. Girêdayî perspektîfa civaka komînal û demokratîk wê rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û modela birêxistinbûna serdema nû bê nîqaşkirin.
 
Armanceke din a konferansê ew e ku nêzikatiyek hevpar ji bo çawaniya civakîkirina perspektîfeke modernîteya demokratîk a li ser rizgariya jinan di çarçoveya Ewropayê de bi pêş bixe. Di vê çarçoveyê de, rêbazên ji bo pêşxistina sepanên berbiçav ên Jîneolojiyê di jiyana rojane, perwerde, çand, huner û rêxistinbûnê de dê bên nîqaşkirin.
 
Sê rûniştinên sereke û heft atolye
 
Bernameya konferansê ya ku nîqaşkirina hedefên stratejîk û girtina biryarên hevpar armanc dike dê weke lidarxistina sê rûniştinên sereke û heft komxebatan derbas bibe. Roja yekem a konferansê ku dê bi axaftina vekirinê û xwendina peyaman dest pê bike dê rûniştinek bi sernavê ‘Jineolojî: Zanista avakirina nasnameya jinan li ser bingeha azadiyê’ bê lidarxistin. Ev rûniştin dê li ser ezmûna deh salan a li Ewropayê, destkeftiyên ku hatine bidestxistin û perspektîfên nû ji bo pêşerojê bigrin dest.
 
Piştî nîvroyê, heft atolyeyên cuda ji bo ku li ser pirsên têkildarî civakîbûn û rêxistinkirina Jineolojiyê û rola wê ya bingehîn di avakirina civakek demokratîk-komunal de nîqaş bikin, bên lidarxistin.
 
Sernavên atolyeyan ev in:
 
*Li Ewropayê modela birêxistinbûna Jineolojiyê
 
*Pedagojiya Jineolojiyê
 
*Veguherîna malbat û civakê û veguherîna mêran
 
*Bîra jinan û berxwedana çandî
 
*Jinên ciwan û Jineolojî
 
*Jiyana civakî ya ekolojîk û Jineolojî
 
*Girîngî û birêxistinbûna xebatên çapemenî û weşanê
 
Di roja duyemîn a konferansê de, du rûniştinên sereke dê bi sernavên ‘Avakirina Civakek Demokratîk a Komînal’ û ‘Civakîkirina zanînê û rizgarkirina zanistê ji bandorên kedxwariyê’ bê lidarxistin.
 
Di rûniştina sêyemîn de dê li ser encamên rêbazên pedagojîk ên alternatîf ên ku Jineolojî di deh salên dawî de ka ev rêbaz çawa dikarin bêtir bên baştirkirin, bisekine bigre dest.
 
Di heman demê de wê di çarçoveya azadkirina agahiyan de wê li gel arman û rêbazên lêkolîna Jineolojiyê û ji perpektîfa modernîteya demokratîk rola civakî ya akademiyên Jineolojiyê were nîqaşkirin.
 
Di beşa dawî ya konferansê de dê encamên heft komxebatan bên parvekirin û biryarên hevpar bên girtin. Li gel diyarkirina encamnameya nîqaş û biryarên ku dê sê rojan dewam bike, dê konferans bi dawî bibe.