Bîranîna 10'ê Cotmehê: Bila faîl bên darizandin
- 14:04 10 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 11'emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê de, li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Heta hiqûq bi cih were, rastî derkeve holê û hemû faîl werin darizandin em ê têbikoşin û wê demê êşa dilê me dê hinekî sivik bibe."
Di 10'ê Cotmeh 2015'an de, di êrişa DAIŞ'ê ya li dijî mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê de kesên ku jiyana xwe ji dest dan, di 11'emîn salvegera êrişê de li gelek bajaran bernameyên bi bîr anînê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Amed
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, karkerên înşaatê yên endamên Sendîkaya Karkerên Avahî û Rê (Yapı Yol-İş) ku li Nexweşxaneya Bajêr a Amedê ji kar hatibûn avêtin, malbat û nûnerên rêxistinên sivîl ên bajêr, di salvegera 11'emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de li Goristana Şehîdlikê ya Bajarê Nû û Goristana Yenîkoyê ya Rezanê qurbaniyan bi bîr anî. Di bîranînê de qerenfîl danîn ser gorên Feyat Denîz û Abdullah Erol ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Hevberdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê yê demê ya Amedê Kazim Bozan anî ziman ku tevî ku 11 sal derbas bûne jî ji bo darizandina berpirsiyarên komkujiyê gavên berbiçav nehatine avêtin û got: “Beriya, 11 salan li Enqereyê, li Qada Gara Trênê, li hember deh hezaran mirovên ku ji bo aştiyê biqîrin kom bibûn êrîşeke hovane pêk hat. Di van êrîşan de mixabin 103 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan hevalên me ji jiyanê hatin qutkirin û seqet man. Îro di serdemeke ku behsa aştiya civakî tê kirin de, em dibêjin xwedîderketina li bîranîna van hevalan xwedîderketina li aştiyê ye. Wek Platforma Ked û Demokrasiyê, em careke din daxuyanin ku em ê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.”
Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin jî bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Sedema lêgerîna me ya aştiyê hê mezintir dibe û lezgîntir dibe. Bîranîna wan, zindîgirtina têkoşîna wan e. Divê em doza wan û lêgerîna wan a aştiyê bidomînin. Heta ku aştî were vî welatî, were van axan, em soz didin ku ev têkoşîn dê dewam bike.”
Bîranîn bi rêzgirtinê bi dawî bû.
Îzmîr
Di 10'ê Cotmeh 2015'an de, di êrişa DAIŞ'ê ya li dijî mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê de kesên ku jiyana xwe ji dest dan, di 11'emîn salvegera êrişê de li pêşiya Bîrdariya 10'ê Cotmehê ya li Alsancakê ya Îzmîrê hatin bîranîn. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş û gelek siyasetmedar tevli çalakiyê bûn.
Daxuyaniya ku dirûşmên “Amed, Sirûc Enqere hesab dipirse”, “10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîr kirin” hatin berzkirin, li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê endamê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Mustafa Ozdag ve hate xwendin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse ber bi Qada Gundogduyê ve meşiya û ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane qerenfîl avêtin deryayê.
Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz ê ku beriya daxuyaniyê li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê axivî wiha got: “Em di demên zehmet dijîn, em di ji rojên zehmet de derbas dibin. Têkoşîna kedê, têkoşîna mafan zehmet e. Di dawiya wê de girtin heye, binçavkirin heye, îşkence heye, mirin heye. Tevî her tiştî ew mirovên ku di wê rojê de bazdan Enqereyê, ji bo ked, aştî û demokrasiyê hatin ba hev. Em jî îro li qadê ne da ku wan nedin ji bîr kirin, divê em hesabê wan bipirsin.”
Paşê Endamê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mustafa Ozdag daxuyanî xwend û d zanîn ku ji bo ku komkujiyên bi vî rengî dubare nebin, heta ku ne tenê çend tetîkkêş lê hemû faîl werin darizandin ew ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha got: “11emîn salvegera vê komkujiyê de em wekî roja ewil bi hêrs in, di nava şînê de ne û bi biryar in. Em natirsin, em ê dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernedin. Dixwazin ev doz neyê jibîrkirin. Tevî ku li welatê me daraz li şûna têgehên hiqûq û edaletê, bi talîmatan tevdigere. Heta hiqûq bi cih were, rastî derkeve holê û hemû faîl werin darizandin em ê têbikoşin û wê demê êşa dilê me dê hinekî sivik bibe.”
Piştî daxuyaniyê girse ji bîrdariya 10'ê Cotmehê meşiya ber bi deryayê ve û qeranfîl avêtin deryayê.
Mêrsîn
Li ser gorên Metîn Pêşmen û Orhan Işiktaş ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Tarsusê merasîmek bîranînê hate lidarxistin. Leyla Çîçek, ku zarokê wê hatibû kuştin, malbatên Metîn Pêşmen û Orhan Işiktaş û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane axivîn û hest ramanên xwe anîn ziman.
Edene
Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Komeleya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB), Sendîkaya Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB) û Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê li ber Îstasyona Trenê ya Edeneyê kom bûn û ber bi Abîdeya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê ya li ber Şaredariya Seyhanê meşiyan. Di meşê de, dirûşmeyên wekî "Bersûcên 10'ê Cotmehê dê hesab bidin", "Ciwan dê ji kujeran hesab bipirsin" û "10'ê Cotmehê ji bîr nekin, bila neyê jibîrkirin" hatin berzkirin.
Li Abîdeya Aştiyê ya Şaredariya Seyhanê, malbat û nûnerên rêxistinan axivîn. Neslîgul Sarikaya, dayika Dîlan Sarikaya ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku lêgerîna wan a edaletê 11 sal in berdewam dike û got: "Em hîn jî li dû dadgehan in. Em hîn jî li benda biryarek adil in. Em nizanin em ê çiqas li bendê bimînin."
Êlih
Platforma Ked û Demokrasiyê li ser gorên Aycan Kaya, Meryem Bulut, Halîl Îbrahîm Atilgan û Muhammed Veysel Atilgan ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Îstasyona Trenê ya Enqerê di êrîşên bombeyî de hatin kuştin, li goristana Gîrbereşikê ya li navenda Êlihê bernameyek bîranînê li dar xist.
Hevserokê SES'ê Cîhan Tuzun di bîranînê de ku gelek kes û her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn, axivî û got: "Wê rojê laşên me nemirin, lê giyanên me mirin."
Dîlok
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî ji bo bîranîna qurbaniyan Komkujiya 10'ê Cotmehê li Parka Yeşilsu ya li navçeya Şahînbeyê daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyan û pankarta “Em di şînê de ne, em ê nedin jibîrkirin” hatin hildan. Çalakî bi rêzgirtina deqeyekê ya ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê dest pê kir.
Li ser navê platformê Serokê Şaxa Egitim Senê ya Dîlokê û Berdevkê Demê ya Platforma KESK'ê ya Dîlokê Omer Parlakçi daxuyanî xwend. Parlakçi bal kişand ser wê yekê ku komkujî nehatiye ronîkirin û destnîşan kir ku heya ji berpirsyaran hesab neyê pirsîn dê têkoşîna wan berdewam bike.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
Riha
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî bi boneya bîranîna qurbaniyan pêşî serdana goristanê kir û paşê jî li meydana bajêr daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Qurbanî Nilgun Çevik, Başak Sidar Çevik û Yilmaz Elmascan li Goristana Asrî ya Pirsûsê û Goristana Gundê Sergena Biçûk hatin bîranîn. Malbatên qurbaniyan û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn û ji bo qurbaniyan rêz hate girtin û qerenfîl danîn ser gora wan.
Piştî serdana goristanê, girse derbasî navenda Rihayê bû û li ber AVMa Novada Parkê daxuyaniya çapemeniyê da. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Murat Oruç ve hate xwendin.
Murat Oruç diyr kir ku 10'ê Cotmehê ne tenê komkujiyek e û got: “Ev êrişeke nemardane bû ku li dijî yên dixwestin li van xakan aştiyeke mayînde ava bikin, yên ku ji şer bêtir muzakereyê û ji çekê bêtir diyalogê diparêzin hate kirin.”
Meletî
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê jî ji bo bîranîna qurbaniyan daxuyaniya da û komkujî şermezar kir. Girseyê ku li ber Ocaxa Tenduristiyê ya Ozalperê ya li navçeya Battalgaziyê hat li cem hev, heta ber Abîdeya Aştiyê meşiya û li vir daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Li ser navê girseyê metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka SESa Meletiyê Cansu Kaplan ve hate xwendin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Wan
Platformên Ked û Demokrasiyê yên Wanê, qurbaniyên Komkujiya 10'ê cotmehê bi bîr anîn û xwestin kujer bên darizandin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê ya Rêya Armûşê bi boneya 11emîn Salvegera Komkujiya 10ê Cotmehê ya Gara Enqereyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Komkujiya 10ê cotmehê ji bîr nekin” û “Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” hate vekirin û dirûşmên “10 Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmûd Dîndar, endamên qada kedê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa SES'ê ya Wanê Figen Çolakoglu ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê, beşdaran li Galeriya Hunerê serdana pêşangeha wênayan a Emine Kart a bi navê “Ardakalan” ku ji bo bîranîna qurbaniyên 10ê cotmehê hatiye amadekirin, kirin.
Colemêrg
Li Colemêrgê jî Komkujiya 10'ê Cotmehê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê ve li ber avahiya şaxa KESK'ê ya Colemêrgê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta “Em 10'ê Cotmehê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin” hat vekirin. Endamên Partiya Elmanî a bi navê “Dîe Lînke” û endamên qada kedê tevli daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê SES'ê yê Colemêrgê Remzî Ozer ve hate xwendin.
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.







