Bi girseyî serdana şîna Hatûn Aslan hat kirin
- 13:27 17 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED - Bi girseyî serdana merasîma şînê ya Hatûn Aslan kirin; Hatûn Aslan rêvebireke MEBYA-DER'ê bû ku piştî krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Rêvebera Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûş Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Hatûn Aslan, di 15'ê Cotmehê de piştî krîza dil koça dawî kir. Piştî merasîma veşartinê ku duh li Goristana Yeniköyê pêk hat, li Mala Şînê ya Odabaşı Bal a li navçeya Rezanê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.
Di roja duyemîn a sersaxiyê de, nûnerên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din serdana malbatê kirin da ku sersaxiyê bidin.







