Li Xezayê nêzî 8 hezar cenaze hêj di bin kavilan de ne

  • 13:02 18 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Xezayê 75 cenazeyên ku ji bin kavilan hat derxistin, piştî merasîmê hatin definkirin. Lê hê jî nêzî 8 hezar cenaze di bin kavilan de ne.
 
Li taxa Daraj a Xezayê ji bin kavilên avahiya ku hatibû hilweşandin, 75 cenaze hatin derxistin. Cenaze piştî merasîmê hatin definkirin. Li gorî nûçeya Al Jazeera, di bin kavilan de nêzî 8 hezar cenaze hene.
 
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka êrişên Îsraîl ên li ser Xezayê heta niha 74 hezar û 469 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, 175 hezar û 492 kes jî birîndar bûne.