'Divê hemû girtiyên nexweş azad bibin'
- 15:42 20 Cotmeh 2026
- Rojane
MÛŞ - TUHAY-DER’ê bertek nîşanî astengkirina tehliya girtiyan da û got: "Divê hemû girtî azad bin û ji bo vekirina rêya aştiyê gavên şênber tavilê bên avêtin."
Nûnertiya Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Mûşê, li dijî astengkirina tehliya girtiyan li ber Edliyeya Mûşê çalakiya rûniştinê û daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ne taloqkirina înfazê, azadî ji bo girtiyên siyasî" hat hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye" hatin berzkirin.
Hevberdevka Nûnertiya TUHAY-DER a Mûşê Nûriye Arslantaşê diyar kir ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hêviya aştiyê geş bûye. Nûriye Arslantaş anî ziman ku divê girtiyên siyasî tavilê bên berdan û ev tişt got: "Li hemberî tiştên ku li girtîgehan diqewimin û binpêkirinên mafan ên ku berdewam dikin, tabloya derketî holê ne hêvîbexş e. Bi taybetî mexdûriyetên girtiyên siyasî yên ku cezayê wan xilas bûye lê tehliya wan tê taloqkirin, şewata înfazên wan berdewam dikin. Di serdemekê de ku hewldanên ji bo xurtbûna siyaseta demokratîk û mayindekirina aştiya civakî dewam dikin, berdewamkirina sepandinên ku îradeya azad a civakê û tevlibûna jiyana demokratîk qels dikin, nakokiyeke cidî çêdike."
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz jî wiha axivî: "Îro em li vir in ji bo li dijî zextên li ser girtiyên siyasî derkevin. Lê em dibînin ku heman zext li kolanan jî heye. Em dixwazin çareseriyeke demokratîk bikeve meriyatê. Her çend di ziman de aştî hebe jî zextên li ser girtiyên siyasî didomin. Heke hûn di vê pêvajoyê de jidil bin, zext û tundiyên li ser mirovan rakin, girtiyan berdin. Tevî ku di siyasetê, têkoşînê û civakê de gavên dîrokî hatine avêtin jî, ji aliyê dewletê ve gavên dîrokî nehatin avêtin. Heke tê xwestin ku pêvajo bi pêşve biçe, divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biguhere, azad bibe. Divê hemû girtiyên nexweş azad bibin."
Piştî axaftinan ji bo girtiyên siyasî çalakiyeke rûniştinê ya 5 deqîqeyî pêk hat. Di çalakiya rûniştinê de bi çepikan strana "Zindana Diyarbekir em ê bişkînîn" hat stirîn.
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.







