12'yemîn Mîhrîcana Koxê dest pê kir
- 14:49 7 Tebax 2026
- Çand û Huner
MÛŞ - Mîhrîcana Koxê ku 12 sal bûn bi hinceta "Ewlehiyê" hatibû qedexekirin, bi meşeke li otogara navçeyê heta Qada Koxê, dest pê kir.
12'yemîn Mîhrîcana Girê Koxê ya ku Şaredariya Gimgimê ya di sala 2015'an û şûn ve bi hinceta “Ewlehiyê” hatibû qedexekirin, piştî 12 salan îsal dîsa tê lidarxistin. Mîhrîcana ku bi dirûşma “Bi hêza hunerê dê aştî bê welatê rojê” dê 3 rojan bidomê.
Di mîhrîcanê de dê 3 rojan pêşengeha wêneyan, li ser mijarên cur bi cur panel û gotina helbestan, ji bo zarokan atolyeyên boyaxê, dîwana dengbêjan û konser hebin.
Roja 1'emîn a mîhrîcanê bi meşeke bi dahol û zirneyan li qeraca navçeyê heta Qada Koxê ya mîhrîcanê lê tê lidarxistin dest pê kir. Gelek welatî tev li meşê bûn û welatiyan berî meşê li ber dahol û zirnayê govend gerand. Berî ku meşa mîhrîcanê dest pê bike
Girse ji qeraca navçeyê heta qada mîhrîcanê meşiya û piştre li pêşengaha “Pêşengeha hunera hevdem a tevlihev” ya li Koperatîfa Jinan a Vartoyê geriya. Beşdaran eleqeyeke mezin nîşanî berhemên li pêşengehê hatine nîşandan dan û ji xwediyên berheman derbarê berheman de agahî girtin. Piştre girse bi Hevşaredarê Gimgimê Giyasetîn Aydemîr re derbasî pêşengeha wêneyan a li Kolana Sofiyan bû. Li vir Hevşaredar Giyasetîn Aydemîr axaftineke kurt kir û got: “Piştî 12 salan em mîhrîcana xwe li dar dixin, li gelê Gimgimê pîroz be.”
Bernameya îro ya mîhrîcanê wiha ye:
Gotûbêj: Wêrankirina Ekolojîk
Panelîst: Esra Işik (aktivîsta ekolojiyê), Çayan Dursun, Dêrsim Gul, Îbrahîm Akin (Parlamenterê DEM Partiyê)
Saet: 14:00 – 15:00
Cih: Baxçeyê Çayê yê Qada Gimgimê
Panel: Di Prsgirêka Kurd de Çareseriya Demokratîk
Beşdar: Sebahat Tuncel (Aktîvîsta TJAyê), Parêzer Cîhan Aydin (Parêzvanê Mafên Mirovan), Zeynel Kete (Hevserokê Giştî yê DADê)
Saet: 15:00 – 16:00
Cih: Baxçeyê Çayê yê Qada Gigimê
Konsera Destpêkê:
Komîteya Amadekar a Festîvalê
Silavkirina nûnerên saziyên mêvan
Axaftina Ozgur Yetîş Aslan (Serokê VADEF’ê)
Axaftina Hevşaredarên Gimgimê (Gulbahar Kaya – Giyasettîn Aydemîr)
Hunermend: Navdar Denîz, Umut Gunduz, Firat Guneş, Dodan
Saet: 19:00 – 24:00







