10’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir

  • 14:19 26 Îlon 2026
  • Çand û Huner
AMED - 10’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê bi eleqeyek mezin dest pê kir.
 
10'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Koma Pêşangehan a Tuyapê ve bi hevkariya Komeleya Weşangerên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Odeya Bazirganiyê ya Amedê tê organîzekirin, dê di navbera 26'ê Îlonê û 4'ê Cotmehê de li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê pêk were. Yekemîn roja fûarê bi eleqeyek mezin dest pê kir. Endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û sedan welatî beşdarê fûarê bûn.
 
Di fûarê de axaftinên ku hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya fûarê û perwerdehiya bi zimanê dayikê.
 
Piştî axaftinan kesên beşdarvan derketin ser dîkê, qûrdele birîn û vekirina fûarê pêk anîn.
 
Fûar ku di roja xwe ya yekemin de bi eleqeyek mezin berdewam dike, dê heta saet 19.00’an berdewam bike.